Li Danîmarkayê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li Danîmarkayê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyek hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de hat xwestin ku Ocalan azad bibe.

Kopenhagen – Anf

Li Danîmarkayê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyek hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de hat xwestin ku Ocalan azad bibe.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê li lokala Navenda Civaka Kurd 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Bernameya ku ji aliyê PJAK Danîmarkayê ve hat organîzekirin, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan pêk hat.

JI OCALAN RE AZADÎ

Di bernameyê de pastaya hatibû amadekirin ji aliyê zarokan ve hat birîn. Di axaftinên li pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku felsefeya Ocalan di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja hemû gelên bindest girîng e.

Di peyamên ji aliyê nûnerên PJAK û YNK’ê hatin dayîn de jî bal hat kişandin ser girîngiya neteweya demokratîk û hat xwestin ku Ocalan azad bibe.

Hunermend Agrîn Azad û Ronas Efrîn derketin ser dikê û beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên wan govend gerandin.