Efrînê Rêveberiya Xweser îlan kir

Piştî kantonên Cizîr û Kobanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê hat îlankirin. Di civîna Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê de Hêvî Îbrahîm Mistefa weke Serokwezîr (Seroka Meclîsa Rêveber) hat diyarkirin.

Civîna Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, îro li Efrînê bi beşdariya hemû endamên meclîsê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hêvî Îbrahîm Mistefa a ji aliyê Meclîsa Qanûnsaz ve ji bo avakirina rêveberiyê hatibû erkdarkirin, navê 22 wezîran yek bi yek xwend û pêşkêşî dengdanê kir.

Piştî ku navên rêveberiyê hatin erêkirin, di serî de Serokwezîra Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm hemû wezaretan sond xwarin û bi awayekî fermî wezîfeya rêveberiya xweseriya demokratîk a kantonê girtin ser milê xwe.

Rêveberên Xweseriya Demokatîk a Kantona Efrînê ev in

Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê (Serokwezîr) : Hêvî Îbrahîm Mistefa

Cîgirê Serokwezîr: Remzî Şêxmûs

Cîgirê Serokwezîr: Ebdil Hemîd Mistefa

Wezîrê Têkiliyên Derve: Silêman Ceefer

Wezîrê Parastinê: Ebdo Îbrahîm

Wezîrê Karên Hundirîn: Parêzer Hesen Beyrem

Wezîra Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Dr. Nûrşan Hisên

Wezîra Maliye: Remezan Elî

Wezîra Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Erîfe Bekir

Wezîrê Perwerdeyê: Dr. Riyaz Menle Mehemed

Wezîrê Çandiniyê: Eyûb Mihemed

Wezîrê Tenduristiyê: Dr. Xelîl Şêx Hesen

Wezîrê Bazirganî û Aboriyê: Dr. Ehmed Yûsif

Wezîrê Malbatên Şehîdan: Ebdilhenan Şêxo

Wezîra Çandê: Hêvîn Şêxo

Wezîrê Veguhestinê: Welîd Selame

Wezîrê Ciwan û Werzîşê: Fazil Robcî

Wezîrê Tûrîstîk û Şûnwariyê: Reşîd Ehmed

Wezîrê Karûbarên Olî: Mihemed Hemîd Qasim

Wezîra Karûbarên Jin û Malbatê: Fatme Lekto

Wezîrê Mafên Mirovan: Dr. Xelîl Sîno

Wezîrê Çavdêriyê: Etûf Ebdo

Wezîra Enformasyonê: Ebdil Rehman Selman

Wezîrê Dadê: Seîd Esmet Xûbarî

Wezîrê Enerjiyê: Kamîran Ehmed Şefîi Bilal

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di civîna roja 21’ê Çileyê ya Meclîsa Qanûnsaz a Demî ya Kantona Cizîrê de hatibû îlankirin. Di civîna li Amûdê de Ekrem Hiso weke Serokwezîr hat hilbijartin û li gel 2 alîkarên wî 22 wezaret hatin diyarkirin.

Di civîna 27’ê Çileyê ya Meclîsa Qanûnsaz a Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê hatibû îlankirin. Rêveberiya Kantona Kobanê li gel Serokwezaretiya Enwer Mislim û 2 alîkarên wî, ji 22 wezaretan pêk tê.

Li her sê kantonan wê di nava çar mehan de hilbijartinên giştî werin kirin û parlamentên kantonan bên nûkirin.