CEJNA VEJÎNÊ YA 15’Ê TEBAXÊ Lİ TEVAHÎ GELÊ ME PÎROZ BE!

CEJNA VEJÎNÊ YA 15’Ê TEBAXÊ Lİ TEVAHÎ GELÊ ME PÎROZ BE!

Di xaka Rojhilata Navînde welatê herî kevnar kû Kurdistane, li hemberî tûnekirin, roxandin û qirkirinê re rû bi rû mayî, bi pêngava hemdem ya 15’ê tebaxê ku dikeva 29. salvegera xwe weke cejna vejînê ye, di serî de li Rêber APO, li tevahî Gelê me, rêheval û dostên me pîroz dikîn. Di serî de ji bo destan nivîsandina wan pakrawanên şehîd yên ku di vê hemleya qehreman ya yaku vê berxwedanê guherandin şoreşa serhildanê û ji bo tunebuna gelê kurd, serû jêr buyîna gelê Kurd, ketine bedena hêzên tuneker, bi rumet, berxwedanî di serî de di kesayeta fermandarê mezin rêheval Egîd ( Mahsum Korkmaz) de tevahî rêhevalên şehît ku hêviya wan damezirandina Kurdistana Azad bu, bi rêzdarî bi bîrtînîn û sozdarîya ji bo bîranînên damezirandina Kurdisatana azad carekî din bi gihandina serkeftinên nû dikîn.

Li kurdistanê li hember çewîsandin, qetlîam , asîmîlasyon û sîyaset tunêkirinê ya 12’ê îlonê a contaya faşîst ku di xwastin li ser gelê Kurd û Kurdistanê bimeşînin, weke qirkirinekê encam bigirin, hewiha li hember van hemu tiştan herwiha dagirkeriya ku qat be qat dihat xwestin, ne dihat hesapkirin ku wijdana mirovahî, westeka bi rumet jiyankirinê herwiha li hemberî vê zordestiyê stû xwarkirin û bêdeng mayîn ne dihat qebulkirin. Di rastiya welatek bi vî awayî de, xwedî derketina li rumeta mirovahîyê yaku li bin lingan dihat hiştin de, tenê bi pêngavek dîrokî ya weke 15’ê Tebaxê ev mîsoger dibu. Ev serdema ku gelê Kurd berbi tunebirinê ve dibir, di bin rêveberiya Rêber APO de bi pêşketin û encambuna çalakiya pêngava 15’ê Tebaxê, li Kurdistanê rupelek nû ji serdemek dîrokî re da afirand.

Di vê wateyê de, di pêşentiya rêhevalê fermandar Egit de yekemîn guleya ji bo pêngava 15’ê Tebaxê hatî avêtin ne tenê nîşaneya destpêkirina şerê çekdarîye. Di heman demê de, ev gule buye ditina aliyên îdeolojîk, çandî û civakî, xwedî derketina mirovahiyê û buye yekemîn pêngava li xwe xwedî derketinê ji. Di destpêkê de ev guleya di şexsê dagirkeriyê de hatî avêtina koledartiya Kurdan, buye têkşikênerê leyîstoka tunekirinê ya li ser yek ji gelê herî dîrokî û kevanar weke gelê kurd tê nasîn dihat meşandin, bi derxistina ruyê reş yê dagirkeriyê û ji xew rakirina gelê kurd û buye rênîşakerê li rastiya xwe ya civakî xwedî derketinê jî.

jiyana koledarî û gelê kurd ku hatî mehkûm kirina jiyana tunekirinê, bi dawî anîna li qedera xwe razîbuyîn, xwe çewisandina li hember serdetan cardin derbazî Serhildan û berxwedanê buye. Di vî bingehî de bi derketina çend şoreşgerên bi bawer ku dibin rêveberiya Rêber APO de ew pêngava berxwedanê ya di encama xebatên amdekariyan de derketî, di heman demê de bi qêrîna mirovahiyê û berxwedanên bi qehremanî yên li bi zindanên Amedê bilind dibun li çiyayên Kurdistanê bi agirê azadiyê re bune yek.

Ev berxwedana bi îrade, sebir, biryarbun, israrkirin û wêrekî hatî rêvebirin, li bakurê Kurdistanê şoreşek ya serhildanê afirandiye. Ev şoreşa serhildanê ya berdide venêrina hemdem ya Rêber APO, gêrîlla bi wergerandina berxwedanek civakî û bi serxistina yekem pêngava serkeftinê li Kurdistanê şoreşa hişmendî u ya civakî biserxistiye. Ev derketina şoreşgerî ya ku gelên bindest li hemberî serdestan wek berxwedan u serhildanê serîhildayîn, bi felsefeya Apocî ya ku belengaz bi hêzdike, dema aliyên karker bi hêzdike, heman demê de di Kurdistanê de bi pêkanîna şoreşa jinê re, di civakê de îradebuyîn û ketiye rewşa hêza pêşeng.

Di bingehê rihê pêngava 15’ê Tebaxê de şoreşa azadiyê ya ku kur dibe, hemu parçeyê Kurdistanê bandor kiriye û bi avakiran rihek netewî , sînorên Kurdistanê yên ku ji buyina astengî xilaskirn û xaka kurdistanê ji eşîrtî, parçecîtî, derbaz kirina zihinyeta mezhepwarî de, bi vî awayî buye afirênerê venêrînek netewî û demoqratîk di nava civakê de berbi pêşve biçeye. Ev pengav dema li bakur rabun û berxwedanê berbipêşve dibir, li başur ji ji bo destkeftiyan u di pêşketina sîstema federalbuyînê de bingehek mezin avakiriye. Îro encamên ku vê pêngavê dayîne afirandin, di Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji fîgûran buyînê derxistiye û gihandiye rewşa aktorbuyînê. Tevahî ev demê tekoşînê, li Kurdistanê bingehê hevgirtian netew – demoqratîkê bi hêzkiriye, fersenda li darxistian konferansa netewî bicihanî. Li gel vê çendê jî li Kurdistanê bi bilindbuna biratiya gelan ve girêdayî tekoşîna azadî û demoqrasî yê, di gihandina tekoşîna azadiyê ya demoqrasiyê a gelê Kurd ya di herêmê de aniye rewşa bingehek sereke.

Pir berbi çave ku pêngava 15’ê tebaxê gelê kurd ji doşeka mirinê rakir û berbi pêvajoya niha ya çareseriyê ve aniye. Li ser vî esasî Serketina Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêka salên 1990 de xwe da der û vê yekê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ferz kiriye. Rêber Apo li ser bingeha vê rastiyê, ji Adara sala 1993’an û vir ve ji bo pêkhatina pêvajoya çareseriya demokratîk li Kurdistanê, ketiye nava xebateke dorfireh. Pêşveber û gêrÎllayên azadiyê ku weke rêber – û hêza sereke ya pêşvebirina pêvajoyêne herdemî di şeklekî xebat û hewildanên rêbertî herdemî watedar dîtiye, ji bona van pêvajoyan ji bê kêmasî tevlîbuna xwe esas girtiye.

Di vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna me de, gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bê şik û guman, di xeta Rêber Apo de xwedî sekneke biryardar be, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê her dem di pozîsyoneek bi bandor û çalak de be. Di xeta çareseriya demokratîk û diyalogê ya ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin, hemû hêzên gerîla wê sekneke biryardar nîşan bidin, li ser vê bingehê hemû gengaziyan di ber çavan re derbas bikin û bi hêzeke mezin xwedî li wezîfeyên xwe derkevin. Li ser vî bingehî di salvegara 29. ya 15’ê Tebaxê de wê ji nuve xwe avakirin û dayîna destpêkirina projeya kurbuyînê, hêbêhtir îdeolojîk, polîtîk û hê bêhtir şarazayî û ji bo performansek hê bingehtir bigre dest kiriye armanc.

Îro tevahî Gêrîllayên Kurdistanê bi tecrube, ceribandinek pir dewlemend û bi kombuyînk dîrokî dikeve nava 30. cejna vejînê. Pir dîyare ku cihbuyîna gêrîlla ya dema nû, rihê pêngava rêheval Egit; bi rihê hemleya 1’ê Hezîran ya fermandar şehîd Erdalan; rihê wêrekî berxwedanê yê Adil û Nûdayan; rihê fedayî yê Andoq, Jîn û Êrîşan; bi çavkanî kirina rihê pêngav Hûseyîn, Mehmet û Rojînan, di xeta Rêber APO de wê guherîn u veguherin di astek bilind de bigihije serkeftinê.

Di serdema ku em têre derbaz dibin, Gêrîllayên me wê di 30. salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de bi rihê şoreşgerî ji bo jiyanî kirina şîara “ Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad” wê di ferqa zanabuna wê û pêkanîna wan berpirsyartiyan dabe. Li ser vî bingehî em bang li tevahî gelê xwe dikin bi rihê berxwedana şehîdên 15’ê tebaxê ji bo veguhestina vê pêvajoyê ya ji bo Rêbertiyek Azad û Kurdistana Azad tevlÎbuna xwe ya bihêz bi tekoşîna platformên civakî de nîşan bide; û li ser vî bingehî em cejna vejînê ya tevahî gelê xwe û dayîkên şehîdan pîroz dikîn.

Bijî rihê 15’ê Tebaxê!

Bijî cajna vejînê!

Bijî serok Apo!

13.08.2013

Navenda Parastin Gel