Bayancûk ji çeteyan re endam û lojîstîkê peyda dike

Delîlên ku nîşan didin cemaetên li Tirkiyê piştgiriyê didin çeteyên êrîşî Kurdan dikin, her roj zêde dibin. Belgeyên li gundê Susikê bi dest ketin, Hîzbulkontrayê berê û endamê El Qaîdeyê yê niha Halîs Bayancûk nîşan didin.

Di êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê de, her roja ku diçe zêdetir zelal dibe ku cemaetên li Tirkiyeyê yên di bin navê Îslamê de tevdigerin bi her awayî di nava komên çete de li hemberî Kurdan şer dikin. Piştî nasnameyên welatiyên Tirkiyeyê ku ligel notên aîdî cemaetê hatibûn dîtin, niha jî kovar, pirtûk û lênûskên perwerdeya cemaetan hatin dîtin.

Belge dîsa li gundê Susikê yê girêdayî bajaroka Girê Spî hatin dîtin. Piştî ku hêzên YPG’ê komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra ji gund derxistin, li malên ku van koman wekî navend bi kar dianîn lêkolîn hatin kirin.

Di encama lêkolînan de pirtûka bi navê El-Akîdetu-l Vâsitiye (Amûra digihîne baweriyê), hejmarên kovara bi navê Tevhîd, Quran û wateya wê ya bi zimanê Tirkî û lênûska ku notên dersên olî têde hene, hatin dîtin.

Kovara Tevhîd li bajarê Stenbolê ya Tirkiyeyê tê weşandin û aîdî cemaetekê ye. Li gorî agahiyên di malpera înternetê ya heman kovarê de pêşengê vê cemaetê jî kesê ku bi navê Ebû Hanzal xwe dide naskirin e. Navê wî yê rastî Halîs Bayancûk e.

Halîs Bayancûk bi eslê xwe ji Çewlikê ye û kurê yek ji şefên Hîzbul Kontra Hacî Bayancûk e.

Hacî Bayancûk, ji ber pevçûneke çekdarî ya li Dîlokê, hînê di girtîgehê de tê ragirtin.

Halîs Bayancûk berê jî mîna bavê xwe Hîzbûlkontra bû. Lê piştî perwerdeya xwe ya li Zanîngeha El Ehzer a Misrê, dest ji Hîzbûllahê berda û bû Selefiyî yanî El Qaîdeyî.

Ev kes her wiha demekê li Tirkiyeyê hatiye girtin û di 24’ê Çileya 2013’an de ji girtîgehê derketiye.

Di lênûskê de jî, ji bilî notên dersên olî navên gelek kesan jî hatine nivîsandin. Di nivîsanden berpirsyariyên kesên di nava cemaetan û yên mucahîdan jî hatine nivîsandin.

Di nava tiştên ku hatine dîtin de, her wiha xwarinên ku nivîsên Tirkî li ser in û ji Tirkiyeyê hatine jî hatin dîtin.