TEV-DEM: Êrîş perçeyek ji planên hêzên derve ne

Qamişlo – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), diyar kir ku êrîşên li Serêkaniyê perçeyek planên hêzên derve ku di rêza yekemîn de Tirkiye tê ne û bang li hemû netew û pêkhateyên civakê kir ku li dijî van êrîşan têkoşîna hevpar bimeşînin.

TEV-DEM’ê têkildarî êrîşên li Serêkaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku êrîşên ku di 8’ê mijdara sala 2012’an de li ser gelê Rojava hatibûn destpêkirin, bi armanca bidestxistina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê hatibûn destpêkirin, lê gel bersiva pêwîs daye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama berxwadana gel de komên çekdar neçar mane ku peymanê îmze bikin û wiha hat gotin:

“Di encama vê peymanê de biryar hatibû girtin ku meclîsek sivîl bê avakirin û komên çekdar ji bajêr derkevin. Lê piştî vê peymanê komên çekdar di 16’ê Çileya 2013’an de careke din êrîş kirin û xwestin van biryaran vala derxînin. Ev êrîş di demeke ku hêzên YPG’ê li gundê Girzîro yê Girkê Legê hêzên rejîmê dorpêç kirin de pêk hat. Mebesta vê êrîşê ew e ku hêzên YPG’ê belav bikin da ku nikare biser bikeve.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîş di çarçoveya planên hêzên derve ku di rêza yekem de Tirkiye tê û dixwazin destkeftiyên kurdan bidest bixin de, tên meşandin û ev tişt hatin gotin:

“Her wiha hinek rêveberên van komên çekdar ên alîgirên rejîma Baasê jî, dixwazin bi van êrîşan dorpêça li ser artêşa Sûriyeyê ya li Girzîro kêm bikin. Lê gelên herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe ve li Girzîro û Serêkaniyê li rex YPG’ê cîh girtin û îro jî vê yekê didomînin û yekîtiya herêmê nîşan didin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku li Serêkaniyê gelek komikên çekdar ên ku navê kurdatiyê li xwe dikin, li rex komên çekdar li dijî gelê YPG’ê şer dikin. Her wiha di demên dawî li Dêrikê jî bi heman rengî hinek komik derdikevin holê û wiha hate domandin:

“Ev kom tu carî biser nakevin. Wekî li Serêkaniyê hate dîtin, hemû netewan û demokratan li dijî van koman şer kir û mînaka yekîtiyê nîşan da.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hinek hêz dixwazin bi riya van koman, tevlîheviyê derxînin, di navbera kurdan û hêzên muxalefetê de pevçûnan derxînin û bi vî rengî têkiliyên kurdan û gelên din ên Suriyê qut bikin da ku gelê kurd di nava şoreşa Sûriyeyê de cihê xwe negire, bi vî awayî rê li ser şoreşa Sûriyeyê vekin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em wekî TEV-DEM’ê bang li hemû sazî, tevger, kesayetên demokrat û hemû pêkateyên civakê dikin ku bi yek dengî li hemberî van planan têbikoşin. Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye.”