Ji bo Rojava kampanya alîkariyê

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Rojava ‘Kampanyaya Alîkariyê ya Lezgîn’ da destpêkirin û piştî deriyê sînor yê Başûr ve bû kampanya berfirehtir bû. Kurdên Ewropayê ku her tim fedekariya xwe ya ji bo gelê xwe dike, vê carê jî bi hemû hêza xwe dê tevli kampanya bo kurdên Rojava bibe.
Li gorî nûçeyek rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê kampanya dê di 1’ê sibatê de dest pê bike û di serî de hemû kurdên Ewropayê hemû saziyên humanîter piştgiriyê didin. Heyva Sor a Kurdistanê navenda wê li Almnayayê ye û sala borî ji bo Rojavayê Kurdistanê kampa da destpêkirin. Di encama vê de 300 hezar Euro û 100 derman peyda kir û gihand gelê Rojava. Kampanyaya ku dê di yekê sibatê de dest pê bike de ji Fransayê Crossant Rouge Kurde, ji Hollandayê Koerdiesche Rode Halve Maan, ji SwîsreyêHeyva Sor a Kurdistanê, ji Swêdê Kurdiska Röde Halvmanen, ji Avusturyayê Roja Sor a Kurdistanê, ji Belçîkayê Koerdiche Rode Halve Maan, ji Îngilîstanê Kurdish Red Moon û ji Danimarkayê Stottenforeningen Mesopotamians Çep piştgiriyê dê bidin kampanyayê.

FÎŞÊN ALÎKARIYÊ GIHIŞTIN HER CIHÊ

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Fahrettîn Gulşen diyar kir ku di yekê sibatê de dê kampanyayê bidin destpêkirin û destnîşna kir ku divê ew di vê têkoşînê de gelê Rojava bi tenê nehêlin û got: “Em bi xebatkarên dildar re bi ruhê seferberiyê ketin nava tevgerê. Ji ber kampanyayê me fîşên ku çap kirin gihandin her cihê. Ji berk u Hikûmeta başûrê Kurdistanê deriyên sînor vekir em gelek kêfxweş bûn. Em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin.”

GEL DI REWŞEK NE BAŞ DE YE

Gulşen da zanîn ku xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê ya rojava her roj agahiyan didin wan û got ku rewşa gelê kurd yê Rojava gelek dijware û wiha got: “Divê hemû rayagiştî ya kurd bi hestiyar tevbigere. Rewşa wir qet ne başe. Hewcedariyên xurekê yên herî serek bi buhayekê bilind tê firotin. Ceyran tune. Zarokên wir di salonên sporê û korîdorên dibistanan de radizin. Di malekê de bi dehan kes dimîne. “

Gulşen da zanîn ku ew weke Heyva Sor a Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê hewldanên wan yên taybet hene û got: “Hevalên me bi sazî û lijneyên Humanîter re ketine têkiliyê. Hevalên me li wir gund bi gund, bajar bi bajar digerin. Alîkariyan li wir belav dikin.

Em ji bo vekirina nexweşxaneyeke li Rojavayê Kurdistanê bûn alîkar. Em bang li hemû kesî ku di qada tenduristiyê de dixebitin dikin. Ji ber ku deriyê sînor vebûye zehmetî nayê kişandin. Dikarin biçin. Ger bikaribin dikarin biçin hefteyekê li wir bimînin. Dikarin tecrubeyên xwe yên wir parve bikin.”

Gulşen di dawiya axaftina xwe de got ew alîkariyên ku tên kirin bêyî ku demê wenda bikin digihînin gelê Rojava û got ew dê der barê kampanyayê de çapemeniyê agahdar bikin.

Kesên li welatên Ewropayê dixwazin alîkariyê bidin ji ser malpera Heyva Sor a Kurditanê ya HYPERLINK “http://www.heyvasor.com” www.heyvasor.com agahiyên berfireh bigire.