Civîna meclîsa YPG’ê hat lidarxistin

Yekîneyên Parastina Gel YPG Civata xwe ya Berfireh a Meclîsa Leşkerî li dar xist.
Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel di navbera 1 û 5 mehê de hat lidarxistin..

336 fermandarên û şervanên YPG yên ji qadên weke Dêrik, Dirbêsiyê, Qamişlo, Serêkaniyê, Amudê, Kobanî, Efrîn, Heleb, Babê beşdarî civînê bûn..

Li salona civînê wêneyên şervanên YPG û kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin..

Her weha pankartên binivîsa “YPG misogeriya azadiya Kurdan û rêveberiya xweser e” û “YPG hêza sereke ya parastina nirxên netewî ye” hatin bicihkirin..

Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî bi axaftina Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo destpê kir..

Sîpan Hemo di axaftina xwe de diyar kir ku ew weke YPG’ê bi zor û zehmetiyên mezin gihîştine vê astê û vînek azad afirandine..

Piştî axaftina destpêkê dîwana civînê hat destnîşankirin û xalên rojevê yên ku civata berfireh li ser guftugo bike hatin diyarkirin.

Civata Berfireh bi mijara nirxandina rewşa siyasî berdewam kir..

Di civatê de bal hate kişandin ser aloziya li Suriyê û hat gotin, divê YPG bibe misogeriya parastina gelê Rojava û avakirina Suriyeke demokratîk..

Her wiha berxwedana YPGê ya li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê weke mezinkirina destkeftiyên gelê Kurd hate nirxandin.

Piştî nirxandina siyasî xebatên rêxistinî û kar û barên bajaran hat kirin..

Di civînê de raporên hemû bajarên ku YPGê xwe lê birêxistin kiriye hate xwendin û li hemberî berpirsiyarên pêvajoyê hemû fermandar û şervanên YPGê rexne lixwe girtin..

Di encama nirxandinan de biryara xurtkirin û berfirehkirina artêşa YPG’ê hate girtin.