Roboskî rûye rast yê AKP ye

Nûnerên partiyên siyasî yên Kurd destnîşan kirin ku hukûmeta AKP´ê kûjerên komkujiya Roboskiyê diparêze û ji bo ji kûjeran hesab bê pirsîn xwestin nerazîbûnek girseyî û xurt were nîşan dan.

Nûnerên Partiyên siyasî diyar kirin ku, salvegera komkujiya Roboskiyê nêzîk dibe, lê hîn jî kujer nehatine eşkerekirin. Nûneran nerazîbûn nîşan dan destnîşan kirin ku hikûmeta AKP’ê bi komkujiya Roboskiyê rûyên xwe yên rastîn aşkere kir û hêj kujer ronî nekirine û ceza nekirine.
Ji salvegera komkujiya Roboskiyê re demek nêzîk ma, lê hîn jî kujer nehatin ronîkirin û nehatin cezakirin. Balefirên şer yên artêşa Tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê gundiyên Kurd bombebaran kirin. Di bombebarana balafirên şer yên artêşa Tirk de 19 jê zarok 34 Kurd hatin kuştin. Lê li gel bi dehan caran çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û ji hikûmetê hate xwestin ku kujer bên ronikirin hikûmeta AKP´ê de heta niha ti gav neavêtiye û kujer nehatine darizandin. Saziyên sivîl ên civaki û partiyên siyasî xwe amade dikin ku di 28’ê Kanûnê de biçin Roboskiyê, nerazîbûnên xwe bînin ziman û hesabê komkujiyê bi pirsin. Gelek nûnerên partiyên siyasî yên kurdan nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP’ê dan û diyar kirin ku AKP´ê kûjeran diparêze û dixwaze ser komkujiyê bigire.

OSP: Divê nerazîbûnek xurt hebe
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Sinan Çîftyurek nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiyê da û wiha got: “Komkujiya Roboskiyê peyama li dijî hemû kurdên Kurdistanê ye. Bi vê peyamê ji gelê Kurd dixwazin dev ji xweseriya demokratîk û mafê xwe yên demokratîk berdin. Gelê herêmê li wir bazirganî dikir, lê bi fermana AKP’ê li dijî bazirganan komkujî pêk hat. Hikûmeta AKP’ê naxwaze komkujî di nava qada navnetneweyî de bê niqaşkirin û dixwazin ser komkujiyê bigirin. Ji bo komkujiya Roboskiyê bê ronîkirin divê nerazîbûnek girseyî hebe û dijberiyek xurt bê nîşandan.”

KADEP: Rastiya AKP derket holê
Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfu Baksî jî anî ziman ku, ji destpêka komarê heta niha hemû daxwazên kurdan ên azadiyê bi xwîn û komkujiyê hatiye tepisandin û wiha got: “Yek ji van komkujiyan, komkujiya Roboskiyê ye. Hikumeta AKP’ê bi hin gotinên xwe hêvî dide mirovên misilman. Lê ev li ser înkar û îmhaya kurdan hatine avakirin. Di heman demê de hate dîtin ku, hikûmetê berdewama Îttihat Terrakiyê ye. Hikûmeta AKP’ê dewletparêz e û xwe bi kurdan şirîn dide xuyakirin. Lê di rastiya xwe de li dijî kurdan e. Ji bo kurdan bixapîne TRT-6 vekir. Piştî hikûmetê dewlet xist bin kontorla xwe ruyê xwe yê rastîn nîşan da. Niha welatên cîhanê jî li hemberî komkujiya Roboskiyê bêdengin.

BDP: Kûjeran diparêzin
Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku tevî ku li ser komkujiyê salek derbaz bû, lê hîn jî hikûmeta AKP’ê mijar nebiriye meclîsê û hewl dide ku komkujiya Roboskiyê veşerê û bincil bike. Zumrut anî ziman ku, AKP kujeran diparêze û kesên kujeran şermezar dike ji ceza dike.

DÎHA/AMED