Li bajarê Amûdê saziya alîkariyê heyva sor a Kurd hat avakirin

Gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî ambargo û girtina sînorê Başûrê Kurdistanê liber xwe dide û bi derfetên xwe hewl dide pirsgirêkan çareser bike..
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber ambrgoya ku rêjîm û hêzên çekdar danîne, her weha girtina deriyê sînor ji aliyê hukûmeta Başûrê Kurdistanê, pirsgirêkên jiyanê zêde dibin..

Gelê Kurd li hemberî siyasetên ambargoyê bi hêza xwe hewl dide pirsgirêkan çareser bike..

Di çarçoveya van xebatan de, gaveke girîng hat avêtin..

Saziya Alîkariyê ya Rojavayê Kurdistanê Heyva Sor a Kurd doh li bajarê Amûdê navenda xwe ya yekemîn vekir..

Navenda Heyva Sor bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hate got, ji ber şer û êrîşên dijwar yên ku li Sûrî ku bandoreke xerba li Rojavayê Kurdistanê dike, pêwîstiyên gel ên mirovahî zêdetir bûne û hat bibîr xist ku bi deh hezaran mirov koçber bûne, wêranî û talan li seranserê welêt belva bûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser welat embargoyeke dijwar heye û weha dewam dike:

“Derman nemane. Bi taybetî dermanên nexweşiyên giran. Hemû hewcedariyên jiyanî buha bûne, gel êdî nikare pêwîstiyên xwe bicih bîne. Metirsî heye ku nexweşiyên cûda belav bibin û ev yek jî bi taybet bandorê li jiyana zarokan dike.”

Rêveberiya Şaxê Heyva Sor a Kurd li Amûdê, ragihand ku wan li hemberî van pirsgirêkan biryar dane ku xebatek ku bi bandor bimeşînin û weha got:

“Heta em bikarin em ê hewcedariyên jiyanî yên xwarin, tendurîstî û pêwîstiyên din bicih bînin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku saziya wan a mirovahiyê ji komek doktor û parêzeran pêk tê û weha dewam dike:

“Armanca me ew e ku em ji bo gelê xwe bibin pira rizgariyê. Heyva Sor a Kurd saziyeke sivîl e, bêyî ku cûdahî têxe navbera ti netewe û baweriyan wê alîkariyê bigihîne hemû beşên civakê. Armanca me ya sereke û bîngehîn xizmeta hemû gelên Sûriyê û bi taybet gelên li herêmên Kurdan ye.”

Rêveberiya Şaxê Heyva Sor a Kurd li Amûdê ji bo peywendiyê jî hejmara telefon û navnîşana xwe ya email bi raya giştî re parve kir.

TEL 00963 52 736 778
Heyvasor.kurd@hotmail.com