KNKê salnameya 2013-2014ê amade kir

Wekî di planê xebata Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê da hatîye destnîşan kirin, salnameya KNKê ji bo du salan, 2013-2014 hate amade kirin û çap kirin. Komisyona me digel Şêwira Zimanê Kurdî li ser navê mehên mîladî yên kurmancî xebatek dabû dest pê kirin. Navên mehên mîladî yên kurmancî bi lihevhatineke maqûl di salnameyê da hatin bi kar înan. Li binê navên mehan yên kurmancî, yên soranî, zazakî û ingilîzî jî hatine nivîsîn.

Bo medyaya Kurdistanê-01.12.2012-KNK-1