Gelê Rojava li hemberî embargoyê li ber xwe dide

Dirbesiyê – Şerê li Sûriyeyê bandora xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî zêdetir nîşan dide. Li aliyekê şer, li aliyeke din jî şer, li aliyeke din Tirkiye û Hukûmeta Başûrê Kurdistanê deriyên sînor girtine, ev yek jiyanê zortir dike. Li aliyekê pirsgirêka xûrek, sotemenî, ceyran, li aliyekê li gelek bajaran pirsgirêkên dermanan her ku diçin zêdetir dibin. Lê li gel van hemû tengasiyan gelê Rojava xwedî li şoreşa xwe derdikeve û bi hêviyek mezin li benda pêşeroja xwe ne.

Her rojên înê, piştî Nimêja Înê, bi hezaran dadikevin qadan. Di meşên vê hefteyê de embargoya ku bi taybet ji ber girtina sînorê Başûrê Kurdistanê, li ser Rojavayê Kurdistanê heye, hate protestokirin. Bi hezaran bi dirûşimên “Vîna me ji embargoya we bihêztir e” daketin qadan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew ê li hemberî hemû şert û mercan xwedî li şoreşê derbikevin û ew ê bi derfetên xwe yên bi sînor çareseriyê peyda bikin.

Li hemû bajar û navçeyan tişta ku herî zêde bala mirov dikişîne, dora li ber nanpêjxaneyan e. Ev dor saet ji 00.00 dest pê dike û heta ku dikarin çend nanan bi dest bixin.

Xalid Faris ê ku li Dirbesiyê 5 demjimêran li benda nan ma, diyar dike ku ji ber ku mazot tune ye, nanpêjxane jî nikarin her tim bixebitin, li gel şer û pevçûnên dijwar ên li Heleb û Derêzorê koçberî çêbûn û şêniya bajêr zêdetir bû.

Faris dibêje: “Me şoreş kir. Helbet dê bedela vê şoreşê hebe. Niha tiştên ku em dibêjin bedela şoreşekê ne. Tiştên ku em dijîn bedela azadiyê ne. Azadiyek bê bedel li kû hatiye dîtin. em bedela ku azadiya me bi dest xistiye didin.” Faris destnîşan kir ku dewlet a Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan li vir bifetisîne.

Piştre bal kişand ser girtin deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku Başûr bi vê helwesta xwe piştgiriya van polîtîkayan dike û ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku demek beriya demekê deriyê sînor vebike.

QEDEXE Û HÎNBÛN

Di dema rejîma Baasê de aşên ard û ardê li malan hatibû qedexekirin. Dewletê li bajaran du nanpêjxane vekirine û ji wan xwestiye ku nanê xwe ji vir bigirin. Faris destnîşan kir ku ev pêkanîn polîtîkayek taybet a rejîmê bû û ji ber vê jî kes nikare li malê nan bipêje.

DIVÊ PARÇEYÊN DIN BÊ DENG NEMÎNIN

Faris balê dikişîne ku mazot jî hema bêje bi qasî nan û avê êdî bûye tiştekî jiyanî û wiha didomîne: “Nanpêjxane bi mazotê dixebitin. Ger mazot tune be, nan jî tune ye. Av jî bi mazotê tê. Ji ber ku ava bajaran ji bîran derdikeve. Ev jeneratorên ku avê dikişînin jî mazot divên. Bi wan avê didin herêmê. Ger mazot tune be, yek ji vana pêk nayê.

Faris bal dikişîne ser bandora mazotê ya li bajaran û di navbera bajarn de û dibêje: “Ger wiha dibe, têkiliyan cihan bi hev re qut dibe. Ev yek jî tê wateya dorlêgirtinê. Lê me Kurdan di dîroka xwe bi sedan, hezaran dorlêgirtin dîtin. Lê me kariye ku em van dorlêgirtinan hemû derbas bikin.” Her wiha Faris bang li gelê Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî vê embargoyê bê deng nemînin.

TENGASÎ HENE, LÊ EM ARAM IN

Her çendî jiyan rojane zor be jî lê gelê Rojava bêçaresertiyê qebûl nake. Ev çend roj in ku ava gundê Berkevirê yê Dirbesiyê hate girtin, gel hewl da ku pêwîstiyên xwe ji ava baranê pêk bîne. Jinek bi navê Fadê Elî ku avê ji gola ava baranî dianî diyar dike ku tengasî bi qasî koletiyê xirab nîn e, û dibêje:

“Em berê kole bûn. Heta em ji koleyan jî wêdetir bûn. Lê em niha azad in. Tenê tengasiyek me heye, ew jî ev embargoya li ser me danîne. Em ê vê tengasiyê jî bi derfetên xwe çareser bikin. Belkî ceyran, nan û ava me tune be, lê em aram in. Em hin tengasiyan dijîn, lê em dizanin piştî van azadî ye. Em bi vîna xwe dijîn.”