Barzanî hemû deriyên sînor girt

Ligel hemû nerazîbûnên zêde,
rêveberiya Herêma Kurdistanê deriyê sînor ê
Başûr û Rojavayê Kurdistanê venake, vê carê jî
ryên bazirganiya sînor ên di navbera Bakûr û
Başûrê Kurdistanê de girt. Hêzên Pêşmergeyan
li ser hemû rêyên diçin herêma Behdînan rêbend
danîn û nahêlin kesên bi qaçaxî tên derbas
bibin.

Li Sûriyeyê li gel dijwarbûna şer, êdî gel nikare
pêwîstiyên xwe yên sereke yên jiyanî jî pêk
bîne. Di demsala zivistanê de vê yekê xwe
zêdetir da der. Herêma Kurdistana Federal ku
Mesûd Barzanî serokatiya wê dike, deriyê
sînorê Rojavayê Kurdistanê û venake, ev yek jî
rê dihêle ku mexdûriyeta gelê Rojavayê
Kurdistanê zêdetir bibe.

Piştî ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hin
herêm bi dest xistin, dewleta Tirk sînorên bi
Rojavayê Kurdistanê re hebû girtin, Hukûmeta
Herêma Kurdistanê jî bi hincetên “hemû
partiyên Rojavayê Kurdistanê nebûne yek û
pevçûnên wan ên bi hev re” feydeyek mezin dide
krîza mirovan a li Rojavayê Kurdistanê. Lê
herêmên Kurdan weke cihên herî aram ên
Sûriyeyê tên zanîn.

Li hemberî vê yekê cihê ku herî zêde şer û
pevçûn lê rû didin, herêmên sînor ên Hatayê ne
û ev sînor heta dawiyê ji aliyê dewleta Tirk ve
hatiye vekirin. Piştî ku dewlet Tirk sînorên
Rojavayê Kurdistanê girt, Başûrê Kurdistanê
ku weke yekane hêvî dihat dîtin, embargo danî
ser Rojavayê Kurdistanê.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî hemû
hewldan û daxwazên ji bo vekirina derî, guhê
xwe girtiye û 5 meh in deriyê sînor hatiye
girtin. Vê carê Hukûmeta Herêma Kurdistanê
rêyên sînor ên ku ji Kurdên li ser sînor ji bo
bazirganiya di navbera Başûr û Bakûrê
Kurdistanê de bi kar tînin, jî girt.

RÊYÊN HERÊMA BEHDÎNAN HATIN GIRTIN

Pêşmergeyên girêdayî PDK’ê tevî rêya Roboskî
ya ku 28’ê berfanbara 2011 34 Kurd li ser hatin
qetilkirin, li ser hemû rêyên ji herêma Behdînan
diçe Bakûrê Kurdistanê rêbend danîn û nahêlin
qaçaxçî derbas bibin.

Hêzên Pêşmerge rêbendên (nûqteyên kontrolê)
li ser rêyên Zaxo, Bêgova, Batûfa û gundên wan
zêde kir û dest dideynin ser malê kesên bi
rêyên qaçaxî tên. Li gorî hin agahiyên hatine
bidestxistin, hin welatiyên ku nexwestin malê
xwe bidin, reviyan û di rê de qeza kirine.

Li ser van rêyan herî zêde baziragnaiya mazotê
tê kirin, lê piştî ku pêşmergeyan ev rê girtin,
mirovên li ser sînor êdî nema dikarin
pêwîstiyên xwe yên sotemeniyê pêk bînin.

Piştî van astengiyan hin qaçaxçî ji ANF’ê re
axivîn û bal kişandin ser salvegera Komkujiya
Roboskiyê. Kesê bi navê Besîm ê ku bi eslê xwe
ji Şirnexê ye destnîşan kir ku çapemeniya Tirk
beriya berî û piştî komkujiya Roboskê
propagandayên weke “Di vê rêyê re çek û
cebilxane derbas dikin”, “Divê rêyên fînansê yên
PKK’ê bêne tunekirin” û ragihand ku bi vê yekê
hewl didin ku ji bo kuştina Kurdên ku debara
xwe li ser sînoran dikin hincetan çêbikin.”

LI BAKÛR TIRK, LI ROJHILAT BARZANÎ

Besîm got: “Li hemberî Kurdan helwesta
Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê her weke berê ye.
Lê belê gelek zor e ku em helwesta hukûmeta
xwe ya Kurd fêm bikin” û wiha domand: “Tirkan
bi balafiran lê xist, kuşt, piştî vê salê jî PDK jî
rê digire û qedexe dike.”

Kesek din ku nexwest navê xwe aşkere bike,
agahiyên balkêş da û got: “Her çendî em hemû li
dijî vê yekê bin jî deriyê Rojava digirin. Tirk ji
bakûr ve, Barzanî ji rojhilat ve derî digire. Ev ye
jî ne bes bû îcar deriyê Bakûr û Başûrê
Kurdistanê digirin. Zar û zêç dê birçî bimînin, vê
zivistanê xelkê me nikare sotemenî peyda bike.
Çima? Ji ber ku Erdogan ji Barzanî xwestiye.
Dixwazin her tim Kurd bi wan ve girêdayî bin.”