34.salvegera komkujiyê wê bê protestokirin

Di 34’mîn salvegera vê Komkujiya Mereşê de sibê bi pêşengiya sazî û rêxistinên Elewiyan wê li bajêr merasîmekî girseyî ya bîranînê bê lidarxistin.
Di komkujiya Mereşê ya berî 34 salan de bi sedan kurdên alewî bi awayekî hovane hatibûn kuştin.

Heta niha jî dewketa tirk, hukûmet û dadgehên wê komkujî nixûmandin û hê jî dinixumîne û bi zanebûn nayê ronîkirin.

Piştî komkujiya Mereşê li dijî kurdên alewî û sunî komkujiyên din pêk hatin. Çorum, Sêwas, Gazî û Roboskî…

Komkujî ku wekî kevneşopiya dewletê pêk hatiye, bi hemû hêza xwe didome.

Li hemberî komkujiyan gelê kurd jî êdî bi awayekî rêxistinkirî hisabê dipirse.

Bi minasibeta 34’mîn salvegera komkujiyê wê sibê li Meydana Garê ya Mereşê mitîngek pêk bê û wê komkujî bê protestokirin.

Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Kemal Bulbul banga tevlîbûna mitîngê kir.

Bulbul diyar kir ku tevî hemû astengî û qedexeyên walî wê sibê li cihê mitîngê bên.

Bulbul bal kişand ser armanca komkujiya Mereşê û got: “Komkujî li dijî baweriya elewî û nasnameya kurdî pêk hatiye. Em bang li hemû gelê Mereşê dikin ku li dijî zilmê serî rawestin û sibê li qada Garê bin û komkujiyê şermezar bikin.”

Alewiyên li Stenbolê wê li Taxa 1 Mayis li ber Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ber bi Mereşê ve bi rê bikevin.