Rapora greva birçîbûnê li kampên penaberîyê li Danmarkê

(( Wisa bûn siwarên êşê, bûn navnîşana bêzarî û şepirzeyê. Li ber tixûbên netebatîyê penaber in, bi kû ve diçin tirsa cih û deman dide dû wan, tiştên xwe yên biçûk her sibeh komî ser hev dikin, çav tijî hêsir [rondik] dibin her ku peyva Yadê bi lêv dikin û dibêjin: xeman nexwe yadê, em baş in, lê em bendewar in, tenê bendewar in û tiştek nîne ji bilî bendewarîyê… û îskên kevnar di qirikên xwe da vedişêrin, hêsiran di çavên xwe da zuha dikin û nahêlin ku biherikin, li pêşberî befra derbederê ( penaberîyê) û qeşeya dilan li vir û li wir berxwedidin û hêjî li bendê ne ku li wê derê, li welatê ku bi qasî temeneke windabûyî  dûr e ji van bajarên bi dûman, li bendê ne ku roja rizgarîyê hilê, lê ne roj li wê derê hiltê û ne jî şev li vê derê diborin.))

Di rewşeke dijwar da û ji tirsa deportkirina bo Sûrîyeyê, vaye 11 roj in ku hejmareke bi qasî 18 xortên Kurd yên Rojavaya Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê  ketine greveke birçîbûnê ya bê dem. Ev grev li kampa Sigerslev ya bi ser paytextê Danmark Københavnê ve hatîye destpêkirin.

Ev grev weke nerazîbûnekê hate nîşankirin li dijî dijwarîya rewşa penaberîyê û her wiha li dijî bendewarîya demdirêj  di kampên Danmarkê da, piştî ku dozên wan hatin girtin û hatin ji bîr kirin. Hate zanîn ku gelek xortên Kurd, bi taybetî Kurdên Sûrîyeyê ji du heya sê salan di rewşa bendêmayînê da ne û tiştek ji rewşa xwe fêhmnekirine, lê metirsîya mezin ew e ku rêveberîya penabertîyê û polîsên Danmarkî ji bo ku wan vegerînin Sûrîyeyê bi zorê dane îmzakirin, di demekî da ku rewşa Sûrîyeyê li ber çav û xuya ye, em hemû dizanin ku rejima Baas ya Sûrîyeyê hovîtîya xwe heya niha li ser gelên Sûrîyeyê didomîne û dijberên xwe bi hemû awayî dikuje û winda dike û her wiha komkujîyên hovane li ser gel pêktîne.

Ev grev daxwazeke ku hemî dewletên Ewrûpî û bi taybetî hukûmeta Danmark vegerandina penaberan bi zorê rawestîne û hêvîyeke ku hukûmeta Danmark  rewşa penaberên Kurd yên ji Sûrîyeyê baştir bike û dozên wan ji nû ve veke û wan venegerîne Sûrîyeyê û radestî rejima Baasê neke û nebe hevpar bi kiryarên xirab yên rejima Baasê ra.

Çalakvanên greva birçîbûnê dane xuyakirin ku ew dê heya dawîyê li pey daxwazên xwe bimînin heya ku hukûmeta Danmarkê daxwazên wan bi cih bîne. Daxwazên wan ev in:

–       Dev ji vegerandin û deportkirina bi zorê berdin, ji ber ku ev tişt psîkolojî û tendirustîya penaberan dide ber metirsîyên mezin.

–       Careke dî dozên penaberîyê bêne vekirin û dosya bêne xwandin û di vî warî da rewşa Sûrîyeyê ya aloz li berçav bê girtin û her wiha kiryarên rejima Îranê jî li ber çav bên girtin, ji ber ku ev herdu rejim weke rejimên herî hov di rojhilatanavîn da têne naskirin, hemî kes dizanin ku rejima Sûrîyeyê dijberên xwe bi hemû rengên îşkenceyê di zîndanan da dikuje û rejima Îranê jî dijberên xwe sêdare dide.

–       Başkirina şert û mercên jîyanê di kampên penaberîyê da û balkişandina ser rewşa tendirustî û psîkolojîya penaberan.

Kesên ku grev girtine bang li hemû sazîyên mafê mirovan û sazûmanên civaka sivîl kirin ku piştgirîyê bidin wan û xwedî li çalakîya wan derkevin û banga wan bigihînin Wezareta Penaberîya Danmarkê ku çareyeke lezîn ji rewşa wan ra bibîne û daxwazên wan pêk bîne.

Herwiha çalakvanan bang li hemû komele û sazî û partîyên Kurdistanî yên li Danmarkê kirin ku bi peywerên xwe rabin û pişgirîya wan bikin di warê ragihandin û moralê da. Di vî warî da hinek nûnerên partî û komele û sazî hatin serlêdana çalakvanên grevê wek: nûnerê Partîya Yekitîya Demokrat (PYD) û nûnerek ji Meclise Civaka Kurd li Danmark  û nûnerek ji  Sentera Kulturî ya Danmarkî û Kurda û herwiha nûnerê Partî Demokratî Kurdistanê- Îran û nûçegihanê malpera jîyan-dk û heyeta Danmarkî ji bo piştgirîya gelên Sûrîyeyê û hinek rojname û televizyonên Danmarkî û gelek kesayetîyên welatparêz û serbixwe hatin serlêdana çalakvanan.

Tê zanîn ku grev li du kampên dî jî çêbûbûn (Hanstholm û Bogos) lê karmendên wan herdû kampan di bin zorê da hiştin ku dawî li grevê bê.

Rapor: Ehmedê Yûsif – Danmark