Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bang li gel û dewletên Ewrûpî dike.

Bêhtirî salekê bihûrî ser serhildana gelên Sûriyê li dijî bindestî, û kedxwarî û dîktatoriya  ku bi dehan salan berdewam e. gelên me yên ku gihane asteke bilin bi têgihêştina mafên xwe, edî bindestiyê napejirîne; û her wiha gelê kurd yê ku heya niha mafê wî tê binpêkirin, û nayê pejirandin, tekoşîna  xwe berdewam e ji bo ku mafên xwe yên rewa bi destbixe.

 

Partiya Baas a şofînî ku desthilatdarî bi awayekî leşkerî sala 1963 bi dest xwe ve aniye; hemû rengên kuştin û lêdan, û bipêkirina mafên mirova bi karaniye, û xwe wek yek partî kire rêberê civak û komarê; û bi vî rengî karîbû derbazî hemû çînên civakê bibe, lewre partiya Baas hemû civak  ji hev qetand û xiste bi pî û baskên xwe; û kontrola xwe li ser hemû tiştî bi awayekî hovane meşand, û têgihiya malbat û civakê perçiqand û ji wateyê xwe biderxist. Civak ji xwe re kir kole û blindest kir, û êdî civaka Sûrî hêz têde nema ku pirsgirêkên xwe çareser bike, ji ber vê;gava ku buhara gelan ji bo azadî û rûmetê destpêkirî ti rêveberên rast nebûn ku van civakên belavbûyî birêve bibe, û bixe rêya azadiyê û mafên rewa, lewre em dibînin ku hemû gelên vê buharê pêrgî pirsgirêkên mezin tên û her hêzek dixwazê destê xwe bixê nava kar û barê serhildanên gelan, wek ku îro li Sûriyê dibînin.

 

Tiştê ku niha li Sûriyê tê jiyankirin di hemû astan de trajediyeke mirovahiyê ye. Li wê derê nakokî di navbera sê hêzên sereke de heye, ya yekem rejîma desthilatdar a Baasa şoven e, xwediyê zihniyeta pûç e, Baas a ku heya roja îro bawerdike ku bi kuştin û lêdanê wê karibê serhildana gel vala derbixe û rawestîne, hêza duyem gelê Sûrî bi xwe ye bi hemû reng û nijad û rgezên xwe, ew jî niha bi tenê ye, û ti hêzên xweparaztina rewa di dest de nînin, hêza sêyemîn jî hêzên navnetewî ye, ev hêz jî ji bilî berjewendiyên  xwe ti tiştî nasnake, û hewil dide ku serhildanên gelan bixin bin destên xwe.

 

Pevçûna di nava van hêzan de doza gelê Sûriyê kir  pirsgirêkeke dijwar, û neçareserkirina pirsgirêkê wê Sûriyê ber ve windabînê ve bikşîne.

 

Em Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD )  weke partiyeke pêşeng  di rojavayê Kurdistan û Sûriyê de, me bi hinek hêzên demoktar  re lihev kir û ( Kordînasiyona netewî  ya hêzên guhartina demokratîk li Sûriyê) me li darxist, û em hevkariyê bi hev re dikin ji bo dûxandina rejîma Baas,  lê bi hêza gelê Sûrî ne bi hêzên derve, ji bo ku rojavayê Kurdistan û Sûriyê nebe qadek ji bo  berjewendiyên herêmî û navnetewî.

 

Di asta doza kurdan de her ew înkarkirin û nepejrandin berdewam e, rejîma Baas dixwast kurdan li Sûriyê tune bike, wan bike Ereb, nasnameyên wan jê kişandin, şepirze û penaber kirin, û ev rewş heya niha jî berdewame, niha jî nûçeyên trajîdîk ji rojavayê Kurdistanê digihêjin me, berya du rojan komeke erebên şoven yên girêdayî rejîma Baas  bi çekan êriş kişandin ser taxên kurdan li bajarê.

 

Helebê û di emcamê de 4 kurdên sivîl hatin kuştin, li aliyek din opozosyon jî heya niha kurdan wek miletek  cuda napejirîne.

 

Em wek partiya yekîtiya demoktat (PYD) armanca me demokrasî û wekhevî ye, û daxwaza me çareserkirina doza kurd  li Sûriyê ye, û pirojeya me xweseriya demokratîk e li her derekê ku Kurd lê dijîn di Sûriyeke yekgirtî de.

 

Dewletên Ewrûpa û gelên Ewrûpa demokratiya xwe avakirin, em jî dixwazin ji hewildan û tecrûbeyên Ewrûpa sûd wergirin, lewre banga me ewe ku hemû dewletên Ewrûpa piştgiriya hewildana me bikin ji bo avakirina jiyaneke nû û demokratiyeke li gorî dîroka Sûriyê û taybetmendiya Sûriye wek welatek bi hezarê salan hemû gel –kurd , ereb, siryan , aşûr, cerkes, ermen û Turkmen- bi aştiyane têde jiyankirine.

 

Disa em bang li gel û dewletên Ewrûpî dikin: piştgiriya we tê wateya rawestandina xwînê, tê wateya jiyaneke bi hêmin û aram ji bo hemû gelên rojhilata navîn û her wiha ji bo hemû gelên ku li ser vê xakê jiyandikin.

 

Spasî û silavên me ji bo hikometa danîmak.

 

Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD )

Rêxistina Denmark

12/05/2012

Kobinhagin