Ji Înstîtuta Kurdî-dk agahdarî

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê

di Cejna Zimanê Kurdî da dê sertîfîkatan bide kursîst û xwandekarên zimanê Kurdî

Mamostayên Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê [Înstîtuta Kurdî-dk], vê gavê kurs û perwerdeya zimanê Kurdî bi du zaravayan didin. Li nav tixûbên Komûna Hvidovreyê bi zaravayê Kurmancî û li nav tixûbên Komûna Ishøjê jî bi zaravayên Kurmancî û Soranî perwerde tête dan. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, Fokus-A û Fey-Kurd jî hevkarîya van kurs û perwerdeyan dikin. Înstîtuta Kurdî-dk amadekarîyê dike ku di nav pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî da sertîfîkatan bide kursîst û xwandekarên zimanê Kurdî.

Wekî tête zanîn 14-15-16ê Gulanê wekî rojên Cejna Zimanê Kurdî ji alîyê KNKê ve hatibûn îlan kirin ku ji 2007ê were tête pîroz kirin. Hemû dem û dezgehên neteweyî li goreyî daxwaza KNKê hersal Cejna Zimanê Kurdî di van rojan da bi aktîvîteyên cuda pîroz dikin. Rojên cejna zimanî ji ber ku îsal rastî nava heftîyê tên, Înstîtuta Kurdî-dk, Cejna Zimanê Kurdî li 12ê Gulanê roja şembîyê bi resepsiyonekê pîroz dike. Di vê resepsiyona pîrzobahîya Cejna Zimanê Kurdî da herwisa sertîfîkatên kursîst û xwandekarên zimanê Kurdî jî dê bêne dan. Damezrîna Înstîtuta Ziman û Perwerdeya_ Kurdî Li Danmarkê jî dê di vê seramonî û resepsiyonê da bête pîroz kirin. Pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî, seramonîya sertîfîkatan û pîrozbahîya damezrîna Înstîtuta Kurdî-dk ji alîyê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, Fokus-A û Fey-Kurdê ve jî tête destek kirin. Herweha malbatên kursîst û xwandekaran, şexsîyetên Kurd û dostên Kurdan yên Danmarkî jî dê beşdarî vê pîrozbahîya fireh bibin.

Planê pîrozbahîya li 12ê Gulanê dê di demekî nêzîk da bête aşkera kirin.

Rêvebirîya Giştî ya Înstîtuta Kurdî-dk