Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

14-15-16ê Gulanê rojên Cejna Zimanê Kurdî ne. Cejna Zimanê Kurdî ya îsal di nav rewşeke gelek dijwar da tête pîroz kirin. Dewletên Tirkîye, Iran û Surîyeyê zulma xwe ya li ser neteweyê Kurd û Kurdistanê misqalek sist û kêm nakin. Kurd û Kurdistanî jî li dijî van dewletên dagîrker berxwedana xwe di dereceya herî bilind da didomînin. Di nav vê çembera bindestîyê da zimanê Kurdî hêj jî di nav sîstem û dem û dezgehên van dewletan da fermîyet wernegirtîye. Perwerdeya Kurdî ya sîstematîk di van dewletan da nîne û qet rê jî nadin.

Li Tirkîyeyê ev demeke ku ji bo amadekirina makqanûneke nû hewildan hene. Di vê prosesa nû ya hazirkirina makqanûnê da giring e ku Kurd li ser pirsa perwerdeya Kurdî rawestin û gelek aktuel bigirin. Ji ber ku, perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwazeke man û nemanê ye bo Kurdan. Lewma her bi çi rengî be divêt rê li ber perwerdeya bi giştî ya Kurdî bête vekirin û ji bo vê yêkê jî pêkve xelkê Kurd û berpirsiyar û pêşengên bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bi hemû şiyan û imkanên xwe ve divêt bo bi dest xistin û realîzekirina vê daxwaza heq û rewa têkoşîna xwe bilindtir bikin.

KNK di vî warî da herdaîm bala hêzên neteweyî dikêşê ser vê pirsa jîyanî. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê bi vê bîr û hizirê, pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî yên îsal bi temaya “Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye” dane dest pê kirin.

Kurd û Kurdistanî, li welat , li derveyî welat, li hemû meydanên dîasporayê û her li kî derê bin, divêt ji bo vê armanca pîroz xebata xwe bi rêkûpêkî  bikin û daku serwextîyeke bi giştî bête temîn kirin divêt aktîvîteyên cuda bêne tertîp kirin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê herweha pîrozbahîyên îsal yên Cejna Zimanê Kurdî dîyarîyî têkoşerên doza KCKê li Tirkîyeyê dike ku bi zanabûn, bi şuûreke bilind ya neteweyî û rikeke berxwedêrane dixwazin di dadgehên dewleta Tirk da parêznameyên xwe yên polîtîk û huqûqî bi makzimanê xwe, bi Kurdî bidin. Ew bi vê reftara xwe ya bihadar herweha aladarên doza zimanê Kurdî ne û divêt Kurd û Kurdistanî li doza wan xwudan derkevin.

Bi van bîr û hizirên neteweyî em Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê

14 Gulan 2012, Bruksel

                        Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê    

                        Kurdistan National Congress

                       Congrès National du Kurdistan

 

                                         Rue Jean Stas 41  1060  Bruxelles  tel: 00 32 2 647 30 84   fax: 00 32 2 647 68 49

             Homepage: www.kongrakurdistan.net     e-mail: kongrakurdistan@gmail.com