Tan û Aksoy ji Kurdên li Ewropayê re axivîn

Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, li ser vexwendina şaxê Nivîskarên Navnetewî ya Danîmarkayê li Kopenhagenê ye.

Piştî hevdîtinên bi saziyên çapemeniyê û siyasetmedaran re, Tan li Navenda Çanda Kurd tevlî civîna gel bû.

Tan di axaftina xwe ya li vê derê de anî ziman ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyê weke îşligek ku bişkokê wî şaş bi hevre hatine derbaskirin pirsgirêkek dîrokî û got, lazime çareserî û guhertinên ji binî ve pêk were.

Tan bal kişand gotinên Erdogan ên derbarê ola Kurdan de jî û got, Kurd 200 sal beriya Kurdan Îslamiyetî qebûl kiriye û dewleta Tirk û cemaata Gulen nikare dînê îslamê fêrî Kurdan bike.

Li bajarê Elmanya Bielefeldê jî, namzetê parlementeriya Eyaleta Nord Rein Westfalênyê yên Kurd Alî Atalan û Hamide Akbayir, di çarçoveya amadekariya hilbijartinan de civînek organîze kirin.

Parlementerê BDP’ê yê Agirî Xelîl Aksoy jî tevlî civînê bû û piştgirî da namzetên Kurd.

Di civînê de derbarê bikaranîna dengan de Kurdistanî hatin agahdarkirin û ji Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta NRW’ê hat xwestin ku roja 13’ê Gulanê dengê xwe bikar bînin.