Li Stenbolê 1’ê Gulana pir zimanî

Stenbol – Navenda pîrozbahiya 1’ê Gulana îsal Taksîma Stenbolê ye. Jin, mêr, ciwan, pîr û kal, karker, memûr, bêkar, sosyalîst, misilman, hevzayend, bi deh hezaran kes dê bi dirûşima “kar, wekhevî, azadî, aşitî û edaletê” li Taksîmê bicivin. 1’ê Gulana îsal dê pir zimanî be.
Ji bo roja yekitî, têkoşîn û piştevaniya çîna karker 1’ê Gulanê tenê 3 roj man. 1’ê Gulanê dê bi awayeke berfireh li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bê pîrzkirin. Navenda 1’ê Gulana îsal jî Qada Taksîm a Stenbolê ye.
1’ê Gulanê ji sala 1978’ê ve li Taksîmê tê pîrozkirin, lê ev cara sêyemîn e ku bi “destûra fermî” li virt ê pîrozkirin. Li ser banga DÎSK, KESK û HDK’ê dê karker û kedkar ji sê aliyan ve bimeşin Taksîmê.
Ji aliyê Gumuşsûyû ve, dê TTB, TMMOB, TKP û Halkevî dê bikevin qadê. Ji aliyê Tarlabaşi ve jî dê KES, ODP, BDP li hev kom bibin. Ji aliyê Şîşlîyê ve jî dê DÎSK û Platforma Şoreşger a 1’ê Gulanê bê.
VEKIRINA ŞAHIYÊ WÊ ENTERNASYOLANÎST E
Piştî ku hemû kortejên mitîngê ketin qadê, bernameya mitîngê dê bi sirûda enternasyonalîst bê vekirin.
Cara yekemîn, di sala par de bi Kurdî û Tirkî, sîrûd hatibûn xwendin, dê salî jî 1’ê Gulanê bi awayeke pir zimanî bê pîrozkirin.  Bi awayeke sembolîk, dê li ser navê her gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn, derbikevin ser dikê û bi zimanê xwe bêjin “Bijî 1’ê Gulanê” û girseyê silav bikin.
Di mitîngê de dê li ser navê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, axaftin bêne kirin.  Piştre dê ji aliyê hêzên berxwedêr, sosyalîst ve belavokên bi Kurdî û Tirkî bêne xwendin.
Di mitîngê de dê Grup Yorum, Kardeş Turkler û Koma Amed derbikevin ser dikê.
HDK 1’Ê GULANÊ BI PIRZIMANÎ PÎROZ DIKE
Kongreya Demokratîk a  Gelan (HDK) ku di cotmeha 2011’an de avakirina xwe îlan kir, yekemîn 1’ê Gulana xwe îsal pîroz dike. HDK ku dê tevli pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya Têkoşîn , Piştevanî û Yekitiya Navneteweyî ya çîna karkeran bibe, dê li li qadên 1’ê Gulanê daxwazên xwe yên ‘kar, aştî, wekhevî, azadî û edeletê’ bînin ziman.  HDK’ê di 18-19’ê cotmeha 2011’an dedi kongreya avakirina xwe de bi pirzimanî silav dabû û her wiha dê îsal li qadên 1’ê Gulanê jî rengên gelên kul i ser vê axê dijîn, bidin nÎşandan. Pankarta ku bi pirzimanî hatiye amadekirin ‘Bijî 1’ê Gulanê’ dê di pêşiya kortejên HDK’ê de cih bigirin.  Her wiha tê plankirin ku axaftin û belavokên HDK’ê jî bi pirzimanî bin.
BDP: BI COŞA NEWROZÊ EM LI TAKSÎMÊN NE
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî diyar kir ku dê bi awayekî girseyî tevi pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Taksîmê bibin. BDP ya ku bi dirûşmeya ‘Bi coşa Newrozê 1’ê Gulanê’ xebatên xwe dimeşîne, tê payîn ku korteja wa n a Tarlabaşi dê girseya wê zêde be.
TEVLIBÛNA JINAN DÊ ZÊDE BE
Îsal tê payîn ku tevlibûna jinan a ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dê li gorî salên din zêdetir be. Mevlisa Jinan a Sosyalîst, Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst, Rêxistinên Jinan a Pîşe û Kedê û Koordînasyona Jinan a Platforma Yekitiya Hêza Sendîkayê ku demek  dirêje der barê 1’ê Gulanê de dest bi xebatan kirine, dê daxwên xw e yên wekî ‘ Bila şîdeta li ser jinê bi dawî bibe’ , ‘Bila keda jinê bê dîtin’, ‘Bila şer bi dawî bibin’ bînin ziman.
ROJNAMEGER DÊ LI TAKSÎMÊ BIN
Rojnameger  jî îsal dê ne wekî nûçeyan bişopîne, dê wekî çalakger tevli 1’ê Gulanê ya Taksîmê bibin. Rojnamegerên ku bi navê Hevalên Ahmet  û Nedîm yên Rojnameger ku ji bo hevalên xwe yên girtî têkoşînê dimeşînin dê yekê 1’ê bi navê ‘Rojnamegerên li Derve’ dakevin qada Taksîmê.
CIWANÊN ANTÎKAPÎTALÎST YÊN MUSLUMAN JΠ DADIKEVIN QADÊ
Ji rêgezên 1’ê Gulana îsal  yek jê tevlibûna Ciwanên antîkapîtalîst yên Muslumanin.  Ciwanên antîkapîtalîst yên musluman jî dê bimeşin qadê.  Dirûşmeya wan a herî esas jî  dê ayeta Kurana Kerîm ya sureya Beled a Fekku Ragab e.(ji koleyan re azadî) her wiha dê vê daxwaza xwe bi kurdî, tirkî ermenî û erebî binivîsinin.
TURK-ÎŞ JI STENBOLÊ REVIYA
Piştî derbeya 1980’ê di dema ku tevgera  karkeran pêş diket TURK-ÎŞ’ê 1’ê Gulanê hepsê dirûşmeyan kiribû û îsa jî ji Stenbolê reviya.  TURK-ÎŞ, Hak-îş, Memur-Sen, Bîrleşîk Kamu- îş û kamû-senê ji ber  îfadeya ku di belavoka 1’ê Gulanê de cih girtibû a bi navê ‘Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk’bi hevre biryar girtin. Ji bo ku dernekeve Taksîmê biryar dan kul i Stenbolê pîroz nekin.  Lê sendîkayên girêdayên TURK-ÎŞ’ê  yên wekî Platforma Yekitiya Hêza Sendîkal, DÎSK û KESK dê tevli mîtînga Taksîmê bibin.
ANF NEWS AGENCY