Rewşa trajîk ya zarokên Kurd li Kurdistan û Tirkîyeyê û hewildanên Şehridarîya Amedê ji bo vekirina bexçeyê zarokan

Van roja di medyayê da nûçeyek belav bû ku Şehridarîya Amedê hazirîya vekirina bexçeyê zarokan dike. Hatîye gotin ku ev bexçeyê zaroka destpêkê dê ji bo zarokên xebatkarên şehridarîyê be û ziman tinê dê Kurdî be. Maşallah lutûf kirine, nexêr bila zimanê bexçeyê zaroka Tirkî be!. Axir vê rewşa îronîk danin milekê, belêm digel hemû kêm û kasîyan jî be, qet nebe destpêkeke baş e û hêvîdar e. Şik tê da nîne ku ev projeye gelek direng maye. Ev gave lazim bû berî çend salan ji teref şehridarîyên Kurdan bi xwe ve hatiba avêtin. Lê dîsa ve hewildanek heye û divêt giring bête dîtin û herweha divêt şehridarî bête motîve kirin. Eve bi serê xwe bizaveke xêrê ye di warê berpirsiyarîya beramberî zimanê Kurdî da!.
Rastîyek heye ku zimanê Kurdî li Tirkîyeyê heta nekeve nav sîstemê perwerdeya giştî ya dewletê û statuyeke fermî wernegire pêşnakeve. Eve wekî daxwazeke polîtîk û demokratîk divêt daîm di serê rojeva Kurdan da be û li ser dewleta Tirk bête ferz kirin. Lê li alîyê dî Kurd bi xwe jî, heta ku çareserîyeke giştî tête dîtin û digel dewleta Tirk peymaneke polîtîk tête mohr kirin anjî pêkhatinek çêdibe, divêt di hindek waran da gavên “de facto” biavêjin û dem û dezgehên xwe bi xwe vekin, danin û bi kar bînin. Eve sê dewir e ku hejmareke mezin ya şehridarîyan di destê Kurdan da ne. Divîyabû ku hêj berî çend salan di nav karûbarên şehridarîyê da bexçeyên zarokan hatiban vekirin. Lê axir vaye bi direngî jî be tête xwastin ku gaveke wisa biavêjin.

Esasen berî vê biryara vekirina bexçeyê zarokan, şehridarê Amedê Osman Baydemîr problemeke giştî ya zarokên Kurd bi nimûneya nav mala xwe îna serê rojevê û karekî xêrdar kir. Lê divêt ev projeye di çarçoveya axivtinê da nemîne û zûtirîn wext bête realîze kirin. Perwerdeya li bexçeyê zarokan gelek heq û normal e ku bi makzimanê wan zarokan be yên ku ji alîyê orîjîna xwe ya etnîk ve homojen in. Lewma zimanê perwerdeya di bexçeyê zarokan yê ku dê di bin berpirsiyarîya Şehridarîya Amedê da vebe gelek xwezayî divêt Kurdî be, hem jî bi herdu zaravayan, anku Kurmancî û Zazakî be. Ev du zaravayî li her derê ku hewcehî pê heye divêt di pratîkê da bête bi cih înan. Helbet zarokên ji grûbên dî yên etnîk jî divêt bêne hizirîn û bo wan jî amadekarîyek bête kirin. Ew xirabîya ku dewleta Tirk bi serê Kurdan înayî, divêt desthilata Kurdî di şehridarîyên xwe da bi serê grûbên dî yên etnîk neyînin û rêyê li ber fêrbûna makzimanên dî yên li Kurdistanê jî vekin.

Perwerdeya destpêkê, ya berî dibistanê di tekamilîya zarokan da gelek giring e, bingehîn e. Ev perwerdeye divêt bi makzimanê zarokan be ku bikarin bîr û hizirên xwe bi zimanê xwe têr û tijî bikin, cîhana zanîna xwe bi zimanê xwe ava bikin. Lewma vekirina bexçeyê zarokan li Amedê karekî hind giring e ku heke em bi termekî polîtîk teswîr bikin, gaveke, projeyeke stratejîk e. Ev proje divêt di şehridarîyên dî yên Kurdistanê da jî bêne dest pê kirin û her bo her li Kurdistanê bêne zêde kirin. Bexçeyê zarokan piştî malê, fêrgeheke xîmî [hîmî – bingehî] ye di avakirina hiş û ramana bi Kurdî da û ji bo nifşên nû yên Kurd eve karekî esasî ye. Bi vê perwerdeyê dê dinyaya bîr û hizirî ya nifşê nû anku zarokan bi Kurdî bête ava kirin. Zarokên ku bi makzimanê xwe li bexçeyê zarokan bêne perwerde kirin êdî makzimanê xwe ji bîr nakin û zimanê wan dê bibe paşeroja wan û herweha ev prosese dê bibe garantîya paşeroja makzimanî bi xwe jî. Vekirina bexçeyê zaroka ya bi makzimanî çend giring be, programa perwerdeyê jî hind bingehîn û giring e. Zarok di bexçeyê zarokan da hem bi makzimanê xwe, hem jî bi pedagojîyeke afirandêr û modern divêt bêne perwerde kirin ku hêj di pêcûneyên destpêka jîyana xwe da fêrî bîr û hizira azad, mirovhez û xweşbîn bin. Anku du xal esasî ne di bexçeyê zarokan yên ku dê bêne vekirin da: Makziman û pedagojî. Heke perwerdeya zarokan li bexçeyê zarokan bi metod û teknîkên pedagojîk yên hevdem nebe, hingê ew perwerde bi kêrî pêşveçûn û paşerojeke bi ronahî nayê. Lewma digel makzimanî divêt ji alîyê pedagojîk ve jî mufredateke gelek rêkûpêk, modern, kreatîv û stîmulatîv bête amade kirin û herweha materyalên perwerdeyê jî li goreyî vê pedagojîya nû divêt bêne hazir kirin.
Bexçeyên zaroka ewqas giring in ku dewleta Tirk li Hekarî û Botanê wekî pîlot proje dabû dest pê kirin ku mejîyê zarokên Kurd hêj di jîyê tekamilîyê da bi Tirkî bişo û asîmîle bike ku esasen eve karekî jenosîdal e û di roja îro da vê yêkê berdewam dikin jî. Ji ber hindê hewildana vekirina bexçeyê zarokan ji teref Kurdan bi xwe ve, di eynî wextî da tête manaya betalkirina projeya asîmîlasyonîst ya dewleta Tirkîyeyê jî. Ev projeya bexçeyê zaroka ku Şehridarîya Amedê pê rabûyî, divêt bin bigire û belav bibe bajêrên dî yên Kurdistanê û bi vê yêkê rê li ber asîmîlasyona dewletê jî bête girtin.
Osman Baydemîr wekî şehridarê Amedê, gava behsê vê projeyê dike, giringî û hewcedarîya wê bi serborîya xwe ya trajîk ve jî, [helbet ya di warê zimanî da] girêdide ku eve reftareke rast û di cih da ye.

Çi gotibû Baydemîr?

“Ji roja hatina dinayayê ya Mîr Zanyar û Ranyayê were digel wan yêk gotineke Tirkî neaxivtime. Digel wan daîm Kurdî axivtim. Belêm piştî ku zarokên min dest bi bexçeyê zarokan [kreş] kir û pê ve digel min yêk gotineke Kurdî naaxivin. Ez Kurdî ji wan dipirsim ew bersivê bi Tirkî didin. Ew Tirkî dipirsin ez Kurdî bersivê didim. Ez gelek vekirî û zelal dibêjim; eve zulm e. Subehî dê dest bi dibistanê bikin û “Tirk im, rast im, jîr im” dê bêjin. Ez dê 20 salên xwe bidime vê dozê, lê nikarim zimanê xwe bidime zarokên xwe, eve zulm e. Polîs û dozger divêt vê yêkê bizanin û empatîyê bikin. Em ne Tirk in, em Kurd in, em dixwazin bi zimanê xwe, bi huvîyeta xwe wekî parçeyekî vî welatî bi hev ra bijîn. Hezke wekî KCK û cudakerekê bikine hefsê. Piştî vê ha li hefsê jîyame, ha mirîme, ferq nake.” Ji medyaya Tirkîyeyê (dha) 04/03/2012 / Radikal

Piştî Osman Baydemîrî, hevjîna wî Reyhan Yalçindagê jî li ser vê mijarê bi întervuyekê axivte medyaya Tirkîyeyê. Wê jî hawara Osman Baydemîr timam kir. Piştî vê hawara Baydemîran, destpêkirina projeya bexçeyê zarokan cihê xwe digire û divêt dem neyête kuştin û di pratîkê da xebat bête kirin ku bexçeyê zarokan ji bo zarokên Kurd bi makzimanê wan bikeve xizmetê. Helbet heke hewcehî hebe, şehridarî divêt ji bo zarokên karmendên xwe yên ji grûbên dî yên etnîk jî bi makzimanê wan bexçeyê zarokan veke.

Întervuya digel Reyhan Yalçindag Baydemîrê

Reyhan Yalçindag jina anjî hevjîna Osman Baydemîr e. Osman Baydemîr vê gavê şehridarê Amedê ye. Herdu jî awûkat in [parêzer in] û aktîvîstên mafên mirovî ne. Osman Baydemîr berî şehridarîyê di Komeleya Mafên Mirovî [IHD] da cihgirê serokî bû. Reyhan Yalçindag jî herwisa aktîvîsta mafên mirovî ye û nihe jî di Komeleya Mafên Mirovî da cihgira serokî ye. Hasilî maleke aktîv û milîtan in, aktîvîst û milîtanên mafên mirovî û herwisa têkoşerên doza xelkê xwe, welatê xwe Kurd û Kurdistanê ne. Du zarokên wan hene; kurek û kiçek. Navê kurî Mîr Zanyar e û navê kiçê jî Ranya ye. Herdu jî jî [emir] dirêj bin…
Binemala Baydemîran vê gavê bi pirsa zimanê Kurdî ve girêdayî di medyayê da cihekî li pêş digirin. Pirs çi ye? Axivtina Kurdî. Zarokên wan diçine dibistanê, perwerdeya Tirkî dibînin. Ji bexçeyê zarokan were perwerdeya wan Tirkî ye. Hêj dest bi bexçeyê zarokan nekirî zimanê wan yê malê Kurdî bûye. Osmanî jî, Reyhanê jî xwe şidandine û digel zarokên xwe bi zimanê xwe axivtine.
Ma ne xerîb e ku eve bibe mijara medyayê!. Lê çi bikin li Tirkîyeyê hêj jî ev drame tête jîyan. Axir kengî zarokên Baydemîran dest bi bexçeyê zarokan û paşê jî dest bi dibistanê kirine, êdî axivtina wan ya Kurdî ya bi daybaban ra, bi taybetî jî ya bi babê ra qut bûye û ew Osman Baydemîrê ku têkilîya wî bi zarokên wî ra bi zimanê xwe anku Kurdî bûye, di nişkê da yêk alî bûye Tirkî. Anku Osman Baydemîr digel zarokên xwe berdewam Kurdî diaxive lê zarok bersiva babê xwe bi Tirkî didin. Digel dayîkê jî kêm zêde herwisa. Ji ber ku dayîk digel wan bi Tirkî jî di nav têkilîyê da bûye û nihe jî digel wan Tirkî diaxive. Lê belê, Osman Baydemîrî axivtina Kurdî wekî prensîb asê girtîye û dewam kirîye û dike. Lê zarok jî berdewam digel babê xwe bi Tirkî diaxivin. Osman Baydemîr bi Kurdî diaxive, zarok bi Tirkî bersivê didin. Eve trajedîyeke mezin e. Ev çend caran e ku Osman Baydemîr û Reyhan Yalçindag vê mijara xwe ya malê digel medyaya Tirkîyeyê parve dikin. Helbet mexseda wan ew e ku ji ser nimûneya mala xwe vê rewşa trajîk ya zimanê Kurdî bi bîr û rehîya giştî ya Tirkîyeyê û Kurdistanê û hetta dinyayê ra bigihînin û bidine zanîn.

Mixabin Osman Baydemîr û Reyhan Yalçindag di vî warî da ne bi tinê ne û nimûne gelek û gelek in. Lê ji ber ku ew maleke xwudan desthilat in, xwudan îmkan in, xwudan pozisyon in, xwudan statu ne, ev problema di mala wan da ya zimanî bivê nevê dibe nûçeyekî balkêş di medyayê da. Belêm gelek aşkera ye ku eve hem li Kurdistanê, hem li Tirkîyeyê û herweha li dîasporayê jî pirseke mezin ya Kurdan e. Mala Baydemîran di nîveka jîyana polîtîk da ne. Roj bîst û çar seet li mala wan polîtîk tête axivtin û bihîstin. Zarokên wan di nav vî hewayî da bêhnê werdigirin û mezin dibin. Ji ber vê yêkê şuûra neteweyî ya zarokên wan dê hebe û ew dê îdentîtêta xwe ya Kurdî bizanin, nas bikin û pê serbilind jî bin. Lê mixabin vê şuûrê bi zimanê Tirkî werdigirin ku eve ye ji xwe paradoksa mezin. Kurd î, Kurdbûyîna xwe bi Tirkî fêr dibî û serwext dibî, lê zimanê xwe Kurdî nizanî!. Ev e problem. Eve serê asîmîlebûnê ye. Heke me got makziman îdentîtêt e, hingê tu çend bi zimanekî dî yê biyanî zana bî, serwext bî, têra nake. Di te da kêmîyek heye ku ew kêmî xala esasî ya îdentîtêta te ye. Ew kêmî, nebûna makzimanî ye. Heke tu makzimanê xwe nizanî, di îdentîtêta te da kêmîyek heye ku eve tesîrê li rewşa rûhî ya mirovî jî dike. Zû an direng ev travmaya rûhî di jîyana mirovî da bi rengekê xwe dide der. Qet nebe kesê anjî kesa ku makzimanê xwe nizane piştî jîyekê [emrekê] binemala xwe sûcdar dibîne ku ew fêrî makzimanê xwe nekirine. Ev acizîye, nerehetîye îro jî di gelek mirovan da tête dîtin.
Vêca problema zimanî ya mala Baydemîran nimûneyeke balkêş e ku di medyayê da cih digire û divêt li ser bête rawestan. Ev nimûneye divêt wekî xaleya li ser avê bête zêde kirin. Eve dê xizmeta li zimanê xwe xwudan derketinê bike. Eve herweha dê xizmeta bizava zimanî bike ku fişareke mezin bibine ser dewletê jî. Eve pirseke hind mezin û bingehîn e ku divêt li polîtîka rojane neyê gorî kirin. Daîm divêt di serê rojevê da bête girtin. Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeya bi giştî, halê zimanê Kurdî dê eve be û dê her bo her xirabtîr jî bibe. Lewma mala Baydemîran pirsa nava mala xwe bi dengekî bilind gotin û dibêjin û dikine mesajeke giring ya zimanê Kurdî. Divêt nimûneyên bi vî rengî zêdetir di medyayêda cih bigirin. Divêt binemalên li pêşîya civatê, di vî warî da xwe bikine nimûne û bi cisaret paradoksa zimanî ya di nav mala wan da tête jîyan bi medyayê ve parve bikin ku balê bikêşîne ser vê pirsa mezin û giran.

Polîtîkerên navdar yên Kurd bi giranî di nav mala xwe da tûşî vê problemê ne û divêt vê rastîya xwe digel xelkê xwe û medyayê parve bikin ku pirsgirêk bi zelalî bête dîtin û zanîn. Polîtîkerên Kurd yên di “vîtrîn”ê da bila vê rewşa xwe “deşîfre” bikin, bi dengekî bilind bêjin û bila ji vê paradoksa nav mala xwe şerm nekin. Esas şerm ew e ku rastîya xwe veşêrin û hem polîtîkerên Kurd û Kurdistanê bin û heroj axivtinê li ser vê dozê bikin, lê di mala xwe da, di têkilîyên xwe da û di xebata xwe da jî, ji hewcehîyê zêdetir bi Tirkî biaxivin. Lewma giring e ku polîtîkerên li pêşîyê, polîtîkerên di “vîtrîn”a polîtîka Kurdistanê da cih digirin, hetta nivîskar, hunermend, zana, rêber û rihspîyên civata Kurd divêt xwe di vî warî da jî bikine nimûne. Bila aşkera wekî Osman Baydemîrî bêjin ku em bo Kurd û Kurdistanê, bo zimanê Kurdî têkoşînê didin lê mixabin zarokên me digel me Tirkî diaxivin.

Di vê rewşa trajîk da terefê bêguneh zarok in. Çu guneha zarokan nîne di vê malwêranîyê da. Gunehkara mezin û esasî rejima kolonyalîst e, dewleta Tirk ya bêbext, zalim û asîmîlator e. Lê gunehkarên duyê jî daybab in. Mazereta daybaban nîne di vî warî da. Heke xwudanên doza mezin, doza Kurd û Kurdistanê bin, çu rê nînin divêt hem zimanê xwe bizanin, hem bi zimanê xwe polîtîkê bikin û hem jî zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Kurt û kurmancî mesele ev e û hinde zelal e. Ladan û badan nîne di vî warî da, daybab gunehkar in. Zarokên ter û taze, zarokên ku mejîyê wan paqij û pîr û pak dê çawa gunehkar bin. Ew di pêcûneyên destpêka jîyana xwe da hewcedarên mezinan e. Daybabên Kurd heke Kurdî dizanin divêt digel zarokên xwe bi zimanê xwe biaxivin. Bi taybetî daybabên ku bo îdealekê di nav têkoşînê da bin, divêt ji hemûyan zêdetir xwudan berpirsiyarî bin, xwudan prensîb bin û wext û enerjîyê bidine zarokên xwe ku fêrî zimanê xwe bikin. Di gihiştina jîyana bilind, têr û tijî û modern ya dinyaya îro da zarok dikarin di eynî demî da bi du-sê zimanan mezin bin, bigihin. Eve ji alîyê zanistî ve jî mumkun e û di pratîka jîyanê da jî hatîye isbat kirin ku nimûneyên bi vî rengî gelek in û her diçe jî zêde dibin. Pir zimanî di dinyaya îro da bûye kvalîfîkasyonek. Lewma rêber, pêşeng, aktîvîst, ronakbîr û pêkve têkoşerên doza Kurdî, Kurd û Kurdistanê divêt pirsa zimanê Kurdî, pirsa makzimanî gelek micid bigirin, bikine sentrala rojeva xebata xwe ya polîtîk û demokratîk û nehêlin ku ev daxwaze sist be û dakeve rêzên xwarê yên rojevê.
Mala Baydemîran tiştekî rast û durust kirine ku rastî û paradoksa di nava mala xwe da “deşifre” kirine, bi rêya medyayê digel bîr û rehîya giştî parve kirine û baleke xurt kêşane ser vê pirsa jîyanî, pirsa man û nemana Kurdî. Nimûneya mala Baydemîran jî nîşan dide ku heke perwerdeya Kurdî her ji bexçeyê zarokan heta herî serî anku unîversîteyê di nav sîstemê fermî yê dewletê da cih negire, Kurdî wekî ziman pêşnakeve û paşeroja civata Kurd anku zarok dê li ber aşê asîmîlasyonê gelek xeddarane bêne hêran û bêne berze kirin ku eve asîmîlasyon e û hetta em dikarin wekî “neo genocide – neo jenosîd” [jenosîda nû] jî bi nav bikin.

Helbet bersivên Reyhan Yalçindag Baydemîrê bi giştî di çarçoveya întervuyeke aktuel da ne. Naveroka întervuyê ji alîyê formulasyona zanistî û polîtîk ve têr û tijî nebe jî, lê dîsa ve ji alîyê destnîşankirina xala spesîfîk ya makzimanî ve balkêş e û nimûneyeke konkret e ku di jîyana rojane da tête dîtin û jîyan.

Ji ber giringîya vê pirsê, me întervuya Reyhan Yalçindag Baydemîrê ya bi Ezgi Başaranê ra kirî ku di rojnameya Radikalê da hatîye weşandin, tercumeyî Kurdî kir û li jêr diweşînin. Hêvî dikin ji alîyê terefan ve, lê bi esasî ji milê Kurdan ve bête têgihiştin!.

ROJAN HAZIM

Hafizaya zarokan dê çawa aşt be?

Aktîvîsta mafên mirovî Reyhan Yalçindag Baydemîr li ser xebata ku du zarokên wan Kurdî ji bîr nekin wisa dipirsî: “Hafizaya zarokan dê digel dewletê çawa aşt be”.

Boçi digel Reyhan Yalçindag Baydemîrê întervu

Em digel aktîvîsta mafên mirovî û awûkat [parêzer] û jina [hevjîna] Şehridarê Amedê Osman Baydemîr, Reyhan Yalçindag Baydemîrê axivtin, ka aîleyeke di merkeza polîtîk da cih digire çawan dijî, jîyana wan bi bûna kurê wan Mîr Zanyar, ku gava dest bi bexçeyê zarokan [kreş] kirî Tirkî nedizanî û kiça wan Ranyayê çawa hate guhorîn û herweha di nifşên nû anku zarokên Kurd da kerb [hiddet] çawan rû dide.
Gava dî tu bi temîn kirina burseke ji bo jineke ku hestîyên birayên xwe di goreke komî da dîtî ve mijûl dibûy. Mêrê we jî li milê dî yê bajêrî digel şehridaran dest bi greva birsîbûnê kir. Hûn aîleyeke [binemaleke – malbateke] çawan in?

Berî ku ez û Osman şû bi hevdu bikin, em herdu jî di warekê da wekî du rêvebir dixebitîn. Têkilîya me ya hissî paşê çêbû. Çu kes di nav vê têkilîyê da hêbetî nebû. Li vê derê jîyan gelek cuda diherike. Gava em têne nik hev em dîsa ve van mewzûyan diaxivin. Ji ber hindê ye ku em nikarin bibine aîle. Me herçara fotrafekî [wêneyekî] ku rêkûpêk û balkêş hatîye kêşan hêj jî nîne dizanî… Ji xwe tu demê bitiştbûyîna [ducanîya – hemletîya] min bizanî…

Çi bû?

Wekî di rojên ku li Amedê 7 jê biçûk 10 sivîl hatine kuştin, ez li IHDê [Komeleya Mafên Mirovî] cihgira serokî bûm. Bo kurê xwe Mîr Zanyar ew heşt meh û nîv [8.5] bû, bitişt [ducanî – hemle] bûm… Beşdarî otopsîya 7 zarokan bûm. Osman jî heta berê spêdeyê bi rawestandina bûyeran ve î mijûl bû. Me qet hevdu nedîtibû.

Hûn çawan fêrbûn ku bo hevdu nekevin endîşeyan?

Min got ya, çu tiştê me ne î normal bû. Wî demî gelek micid ixbarên li ser kuştina Osmanî jî dihatin. Piştî bûyîna Mîr Zanyarî 3 roj bûn. Hevalekî min ji Ewrûpayê, hizir kir heçku ez bûyerê dizanim, bo min behs kir. Wekî min eve bihîstî ez ji şîr hatim birîn. Mîr Zanyar savayekî [bebekekî] girînok bû. Doktorê me got ku ez tûşî depresyona zarokî bûme, lewma divêt nemêjînim. Nerehetîya min ji şîrî derbazî kurikî dibû. Tiştên ku em pê ve mijûl dibûn, hêzeke cuda jî dida me. Divêt çu cara nehilingivî, daîm divêt î/ye çik bî, çi bijî û bi serê te bêt divêt ji bo yê/ya nik xwe destekdar bî… Em wisa hatin kod kirin.

Başe madem jîyaneke hinde zor e, boçi we zarokê duyê xwast?

Di eslê xwe da me plan nekiribû. Belêm Osmanî bawerîyeke wisa heye: Em îro hene, subehî nînin, dîsa ve bira anjî xwûşk û bira dikarin desteka herî mezin bidine hev. Em vê desteka aîlewî wekî karekterîstîkeke civata Kurd gelek xurt werdigirin. Eve bi salan e dayîk û babê min bi me ra dijîn. Jina tîyê min du sala sexbêrîya zarokan kir. Binasê [Sebebê] axivtina Kurmancîya baş ya zarokan ew e. Di edetê mala xesûya min da gotineke Tirkî nayê axivtin li malê.

Gava Mîr Zanyarî dest bi dibistanê kirî Tirkî qet nedizanî?

Qet, sifir. Ji ber ku em li malê qet Tirkî nediaxivtin. Ziman hebûnekî jînde ye. Jînde mana zimanî jî girêdayî we ye. Heke hûn digel xemsar bin, ziman dê pişta xwe bide we û hêdî hêdî biçe. Em têkoşînekê didin. Nifşê min li ber derê Nr. 5 yê hefsê mezin bû, lewma me hemûyan kuleke bi zimanî ve girêdayî heye. Ez ye 6 salî bûm, mamê min di hefsê da bû. Wekî dapîra min diçû dîtina wî, herkesê digotê “Hema te Cemal dît nedît bi Tirki kurê min tu î çawan î bêjê” digot. Lê belê dapîra min qet Tirkî nizane, tênagihe û digirî. Ew roj bûyne kul di dilê min da. Babê min memûr [karmend] bû û em li merkeza bajêrî dijîyan. 12ê Îlonê di ser me ra derbaz bûye, esker heroj diavêne ser malê. Çiku ditirsî, nedixwast ku em Kurdî biaxivin. Rojekê min bêyî hemdê xwe lorîyeke Kurdî gotibû ku çend kerbên wî vebibûn.

Ma we biryareke taybetî daye ku hûn li malê digel Osman Beg tinê Kurdî biaxivin?
Zarokên min Kurdî ji bîr nakin, xwezîya me ev e. Binêrin, divêt Tirkî jî bizanin. Me qet komplekseke wisa nîne. Hetta nihe di eynî wextî da fêrî Ingilîzî jî dibin.

Berî ku [zarok] dest bi dibistanê bikin hûn digel mamostayan axivtin?

Helbet [Tebîî]. Min gote wan “Zarok dê Tirkî fêr bin, lê gava asê bûn û bi Kurdî pirsek ji we kirin, tika ye bersivê bidin”. Çiku mamosta hemû Kurdî dizanin. Hevkarî jî kirin, lê di rojên ewilî da wekî Mîr Zanyar hatîye malê got “Dadê çu kes di min nagihe” û mit û mat bibû.

We çi got?

“Dadê gorî, em Kurd in. Makzimanê me Kurdî ye lê em li Tirkîyeyê dijîn û li dibistanan Tirkî tête axivtin.” Min wisa gotê, wî jî got “bila” û têgihişt. Me li malê Kurdî axivtina digel wî domand. Belêm kengî digel hevalên xwe li ser fîlmên karton dest bi Tirkî axivtinê kir, pirtûkên ku me li malê bi Kurdî dixwandin li dibistanê bûne Tirkî, êdî hertişt hate guhorîn.

Çi bû?

Anku çû. Kiça min Ranya di vî warî da ye bi dezawantaj bû. Çiku Mîr Zanyar êdî bi Tirkî axivtinê dihate malê. Hal ew bû ku Mîr Zanyarî heta 5 salîya xwe Tirkî nebihîstibû. Ranya wisa lênehat. Nihe gelek muntezam di Kurdî digihin, lê bersivê bi Tirkî didin. Babê me jî [Mexsed Osman Baydemîr e -RH] ji ber ku ji prensîbên xwe nayête xwarê [tawîzê nade] em kaosekê dijîn.
Tiştekî çawan?
Osman digel wan Kurdî diaxive, qetîyen ne Tirkî. Ji ber hindê jî tiştên ku li dibistanê dibînin, dijîn ji babê zêdetir dibêjine min. Berî çend roja digel babê xwe satranc dileyistin. Li derekê asê bû. Dizanî ku gava ji babê xwe bi Tirkî bipirse dê bersivê Kurdî werbigire, lewma dizivire ji min dipirse zarok.

Osman Beg jî ji ber vê reftara xwe ditirse ku zarok ji wî dûr bikevin, hûn çi difikirin?

Nihe binêrin, em çi jîyan. Li dibistanê hersal daybab [welî] li ser meslekên xwe agahdarîyê pêşkêş dikin. Sê sal bûn ku ev kare mabû li ser min, belêm dawîyê Osmanî jî karûbarên xwe eyar kirin û xwast li ser şehridarîyê û agirkujîyê [itfaîye] agahdarîyan bide. Pirsa ewilî ya Mîr Zanyarî bû ev: Dadêya min, çu hevalên min Kurmancî nizanin, dê çawa di hevdu bigihin? Qet nedîtîye ku babê wî Tirkî axivtîye. Eve jî di dilê Osmanî da bû derd: “Nihe ez dê digel xwandekaran Tirkî biaxivim. Paşê di navbirê da digel kurê xwe û kiça xwe Kurmancî dê biaxivim? Eve dê çawan be…”

Di dawîyê da çi bû?

Çûye, di sînevîzyonê da agirkujî filan nîşan daye, Tirkî axivtîye. Kar xilas bûye, Mîr Zanyar û Ranya hatine nik wî û ew dîsa digel wan Kurdî axivtîye. Aha wisa ye jîyana me. Me li ser vê rewşê serî li çend bisporan jî da. Osman dê axivtina Kurmancî bidomîne û ez jî dê Tirkî digel wan biaxivim. Di vê navbeynê da Ingilîzîya me jî heye. Wê roja dî mamostaya wan li me gerîya “Ay Reyhan Xanim, îro li dibistanê Mîr Zanyarî tiştekî wisa kir ku em hemû zik û pişt bûn.” got. Milê xwe li mamostaya Ingilîzî daye û tu ne bêje bi Kurdî “Çawan î baş î?” gotîye… Zarokên min li malê bi Kurmancî-Zazakî û li dibistanê jî bi Tirkî-Ingilîzî digihin.

Têkilîyên wan digel hevalên wan çawan in?

Mîr Zanyarî li dibistanê hevalekî bi navê Mîralan heye. Kurê binemaleke Kurd e lê 10 salan li Ingilîstanê jîyane. Wî jî tinê Ingilîzî û Kurmancî dizanî, Tirkî sifir. Lewma hevalê wî yê herî jê hez dike ew e. Pêkve digerin. Wekî du mexdûrên zimanî.

Rewşa Ranyayê çi ye?

Wisa ye… Dapîra wê jî digel wê Zazakî diaxivt. Ji ber vê yêkê ew hem Kurmancî hem jî Zazakî têdigihe. Nihe fêrî Tirkî û Ingilîzî jî bûye. Belêm nihe herdu jî bersiva hertiştî bi Tirkî didin. Endîşeya me ew e ku her biçe ji Kurdî dûr bikevin. Kurdîbûyîna navên wan manayekê îfade nake, heke Kurdî neaxivin. Û nayê têgihiştin; ev zaroke gava mezin bûn vê têkilavîyê qet ji bîr nakin û yên ku eve bi serê wan înayî
jî çu cara aza nakin [efû nakin].

We karîye ku Kurdî ji bîr nekin, Mîr Zanyar û Ranya boçi ji bîr bikin?
Lê ma em di eynî demî da ne? Li rex me hergav dapîr hebûn. Em diçûne gundên xwe yên ku herkes bi Kurdî diaxivt… Ma nihe wisa ye? Têkilîya bi Kurdî gelek kêm bûye. Lê belê, kerb baqî dimîne.
Anku çawa?
Çawa ku ez wê rêya Hefsa Diyarbekirê ya ku digel dapîra xwe diçûmê ji bîr nakim, zarokên îro jî wan kesûkarên xwe yên ku têne hefs kirin ji bîr nakin. Zarokên di jîyê Mîr Zanyarî da hene ku babên wan îro di hefsê da ne.

Hûn daku kurê we, kiça we bi vê kerbê mezin nebin çi tedbîran distînin?

Heta derekê dikarin tedbîran werbigirin, daku travmatîze nebin, kîndar nebin. Belêm dibînin. Ranyayê rûyê babê xwe yê ji ber êrişa gaza bîberê belavbûyî dîtibû. Bi rojan girî. Hissîbûna Mîr Zanyarî min dike nav gelek endîşeyan. Mesela heke Osman di greva birsîbûnê da be, divêt televizyonê venekim. Dikare bibîne, bibihîze, êvarî şîvê nexwe, heke babê min î birsî be ez jî dê birsî bimînim, dikare bêje. Ji ber ku babê wan digel wan tinê Kurdî diaxive, dikarin ji babê xwe dûr bikevin. Ev birîne paşê dê çawa bikewe, kî dê hisaba vê bide? Çiku tiştên ku di vî jîyî da têne jîyan wekî sungerê têne mêhtin. Em wekî dayîk û bab, dixwazin Ranya û Mîr Zanyar tiştên ku bi serê me hatî nejîn, daxwaza me ew e ku ev pirse di vî nifşî da xilas bibe. Belêm hafizaya van zarokan dê digel dewletê çawan aşt be nizanim.

EZGİ BAŞARAN
04/03/2012 / Radikal

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

Not: 8ê Adarê, roja jinên kedkar yên cîhanê pîroz be. Ev nivîs di 8ê Adarê da bila dîyarîyî jinên herî kedkar, jinên Kurd be. -RH