Newroz

Newroz ji kûrahîya dîrokê were cejna edetî, xelkî, dîrokî û neteweyî ya Kurd û Kurdistanîyan e. Zanerê mezin Ehmedê Xanî di dastana xwe ya mezin Mem û Zînê da bi teswîreke bilind û têr û tijî wisa dibêje li ser

Newrozê:

“Go: Edetê pêşîyê zemanan
ev bû li hemî cih û mekanan:
Wextê we ku şehsiwarê Xawer
tehwîl-i dikir di meha Adar
yanî ku dihate bircê Sersal
Bîlcûmle diçûne der ji malan
hetta digihişte pîr û kalan
Roja ku dibûye eyda Newroz
tazîm-i ji bo demê dilefroz
Sehra û çîmen dikirne mesken
beyda û demen dikirne gulşen

Dewrê felekê ji bextê feyroz
dîsan ku numa ji nû ve Newroz
mebnî li wî edetê mubarek
şehrî û sipahîyan bi carek
bajêr û kelat û xanî berdan
teşbîhê bi nijdîyan û cerdan
sef sef dimeşîne kûh û deştan
ref ref dixuşîne seyr û geştan
Sersalî û bakir û ruwalan
sedsalî-w ciwan û pîr û kalan”

Ji alîyê mîtolojîk ve her çi rengên cuda wergirtibin jî di jîyana Kurdan da cihekî taybetî, cihekî manadar û bihadar hebûye Newrozê. Kurdan şahîyên xwe, serkevtin û serfirazîyên xwe jî rastî Newrozê înane. Dijî zulumkarîya Dehaq, serhildan û serkevtina bizava Kawayê asinger jî di Newozê da encam daye. Bi vê yêkê manaya azadîyê jî li Newrozê bar bûye û rengekî polîtîk jî wergirtîye. Ji ber vê çendê ye ku Kurd û Kurdistanîyan Newroz hem wekî şahîyeke xelkî ya edetî, hem wekî vejîna xwezayê ya biharê, hem jî dijî zordarîyê wekî roja azadîyê qebûl kirîye û Newroz mezin kirîye.
Newroz îro jî bi vê manaya berfireh û mezin, bi vî misyonî tête pîroz kirin. Rola Newrozê îro di têkoşîna rizgarîya Kurd û Kurdistanê da bûye hişyardarîya neteweyî ya herî bilind. Newroz li beramberî çeperê dijminan bûye çeperê herî pahn û berîn û platforma herî mezin ya xebat û têkoşîna azadîyê ya hemû hêz û dînamîkên neteweyî û herweha pêkve Kurd û Kurdistanîyan. Îro di serî da pêşmerge û gerîllayên Kurdistanê heta her reng têkoşer û aktîvîstên doza azadîyê, xelkê Kurd û Kurdistanî pêkve Kawayên hevdem in di bizava azadî û rizgarîya Kurdistanê da.

Newroza îsal, Newroza 2012ê jî divêt bi vê bîr û hizirê bête pêşwazî kirin û pîroz kirin. Pîrozbahîyên Newroza îsal, Newroza 2012ê, divêt Kurd û Kurdistanê gaveke dî nêzîkî azadî û rizgarîya mezin bike. Beşdarîya Kurd û Kurdistanîyan divêt bi vê ruh û şuûrê be.

Newroza 2012ê divêt bibe platforma herî mezin ya Kurd û Kurdistanîyan. Pîrozbahîyên Newroza 2012ê divêt hemû Kurd û Kurdistanîyan bigihîne hev. Her derê Kurdistanê, her kuçe û kolana Kurdistanê, her kujîyê Kurdistanê divêt bibe meydana pîrozbahîyên Newrozê. Agirê Newrozê ku mizgînîya azadîyê ye divêt gur û geş bibe li her derê Kurdistanê.

Kurd û Kurdistanî divêt li meydanên dîasporayê jî Newrozê layiqî dîroka wê, hêjayî naveroka wê pîroz bikin. Agirê Newrozê li her derê ku Kurd û Kurdistanî lê dijîn divêt bilind, geş û gur bibe û bibe bersiva herî mezin ya neteweyî li dijî dijminên Kurd û Kurdistanê.
Newroza 2012ê hem li Kurdistanê, hem jî li dîasporayê divêt bibe qîrîn û hawara azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê û li her derê dinyayê deng vede!.
Newroza hewe bila ji nihe ve pîroz be. Her Newroz bên bi xêr û şahî.

Roja 21ê adarê cejna NEWROZê ye.
NEWROZ cejna xelkê Kurd û Kurdistanîyan e.
NEWROZ destpêka demsala biharê ye.
NEWROZ ji bo xelkê Kurd çi ye?
– NEWROZ roja serhildanê ye.
– NEWROZ roja berxwedanê ye.
– NEWROZ roja têkoşînê ye.
– NEWROZ cejna azadîyê ye.
– NEWROZ cejna serxwebûnê ye.
– NEWROZ cejna neteweyî ye.
– NEWROZ cejna aştîyê ye.

Sembola NEWROZê agir e.
Agirê NEWROZê gur û geş bikin!
Her bijî NEWROZ!

ROJAN HAZIM
Adar 2012