Çavdêriyên roja pêşî yên greva birçîbûnê

Greva birçîbûnê ya tevî Parlementerên BDP’ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz, Parlementerê BDP’ê yê Riha Îbrahîm Ayhan, zêdetirê 400 girtiyan di roja 17. de ye. Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê jî di 29’ê sibatê dest bi greva birçîbûnê kir.

Gel jî bi grevên birçîbûnê yên bê dem û dorveger piştgirî didin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdor ên girtiyan. 15 kesan jî li bajarê Franse Strasbourgê ku Konseya Ewropa, Parlementoya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) lê ne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirin. Grevên birçîbûnê yên dorveger li welatên Ewropayê dest pê kirin û tê payîn ku belav bibin.

Di 1’ê adarê de bi beşdariya zêdetirê 200 kesî li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyek çapemeniyê hate lidarxistin û Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî dest bi greva birçîbûnê kir û piştre jî li Dêra St. Maurice dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî hevdîtina bi rayedarên dêrê re, rayedaran destûr dan ku çalakger li lokalên girêdayî dêrê bi cih bibin.

Çawa ku ketin lokalan dest bi paqijiyê kirin. Hin ji wana erdê paqij kirin û yên din jî cihê hinek tiştan guhertin û li gorî xwe rêkûpêk kirin. Piştre jî berdilkên xwe yên li ser nivîsandibûn “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” dirûn. 15 kes in lê her yek ji wana ji welatek cûda yên Ewropayê hatine. 5 ji wana jin in. Hin ji wanan gelek caran ketine greva birçîbûnê.

JI BO GREVA BIRÇÎBÛNÊ HAT LÊ HEVALÊN WÊ NEHIŞTIN

Arslan Akterê 65 salî jî ji bo beşdarî greva birçîbûnê bibe ji Holandayê hatiye. Ji ber temenê wî û nexweşiyên wî hevalên wî yên çalakger nehiştin beşdar bibe. Her çendî nehiştin beşdarî greva birçîbûnê bibe lê dibêje “Ez ê heta dawiyê li vir bim.”

Akter beşdarî meşa dirêj a ji Cenevreyê heta Strasbougê di 1-18’ê sibatê de pêk hat jî de jî cih giriye. Akter dibêje ku wî di sala 1987’ê li Bekeayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û dibêje “Ew mezintirîn fîlozofê sedsala 21’emîn e.”

GREVÊN DORVEGER DEST PÊ DIKINH

Înîsıyatîfa Ji Ocalan re Azadî, got ku tê payîn ku hefteya bê greva birçîbûnê ya dorveger jî were destpêkirin. Hate zanîn ku dê bi sedan kes ji bajarên cûda yên Ewropayê bên Strasbourgê û dest bi greva birçîbûnê bikin.

Di nava daxwazên çalakgeran de; rakirina tecrîda li ser Ocalan, CPT û Konseya Ewropayê ji bo şert û mercên Ocalan bikevin hewldanan. Çalakger bal dikişînin ser zextên faşîzan ên li ser Kurdan jî û dibêjin ji bêstatuya Kurdan re “êdî bes e.”

HER DU NASANEMEYÊN MIN JÎ DI BIN ZEXTAN DE NE

Gonul Kaya dibêje ku ew ji Almanyayê hatiye. 40 salî ye û cara yekem e beşdarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor dibe. Kaya yek ji berdevkên Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ye û dibêje; “Ez jin im. Ez Kurd im. Ev her du nasnameyên min li Kurdistanê di bin zextan de ne.” Kaya destnîşan dike ku 13 sal in Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dixe û bi bîr dixe ku ji 27’ê tîrmehê ve hevdîtin pêre pêk nehatiye. Kaya dibêje “Ew Rêberê gelekî ye.”

JINÊN TÊDIKOŞIN, DÊ BI SER BIKEVIN

Kaya bi bîr xist ku jin di refên pêşî yên çalakiyên ji bo Azadiya Ocalan tên lidarxistin de cih digirin û dibêje; “Ger ku êrî jinên Kurd rola pêşengiyê hilgirtibin, di vê yekê de rola wî heye.” Kaya bang li jinên Kurdan dike ku tekoşîna xwe xutir bikin û dibêje; “Divê di çalakiyan de jin pêşeng biin. Ji ber ku jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin, têdikoşin bi ser dikevin.”