Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê

29ê Sibata 2012ê li paytextê Danmark Kopenhagê hate damezrandin. Li Danmarkê li dora 30 [sih] hizara Kurd dijîn. Hewcehîyên civata Kurd yên li Danmarkê gelek in, lê di serî da fêrbûn û perwerdeya makzimanî têt. Makzimanê wan Kurdî ye û eve şertê hebûna wan ya etnîkî û îdentîtêta wan ya neteweyî ye.

Li dibistan û zanîngehên Danmarkê, perwerdeya zimanê Kurdî ya sîstematîk û plankirî nîne. Lê belê, mewzûata huqûqî û qanûnî rê dide. Di vî warî da cara ewil di navbeyna salên 1985 û 1996an da li Semînarîyûmên Pedagogîye [Albertslund Børnehaveseminarium – Højvang Seminarium û Ballerup Seminariumê] dersa Kurdî di kategorîya perwerdeya makzimanî da hebû. Paşê li hindek dibistanên seretayî û navincî [folkeskole] jî heta 2002yê heftîyê du heta çar seeta dersa Kurdî wekî perwerdeya makzimanî hate dan. Ev perwerdeye hemû di kategorîya ”Perwerdeya dilyarî” [Frivillig undervisning] da bûn. Lê piştî 2002ê ev îmkane kêm bû. Kursên prîvat jî di nav aktîvîteyên komeleyên Kurdan da teng man.

Nebûna dewleta serbixwe ya Kurdî jî ji bo Kurdên dîasporayê bû dezawantajeke mezin. Ji ber ku komên dî yên etnîk bi hevkarîya dewletên xwe şiyan [karîn] perwerdeya makzimanê xwe bidomînin. Lê Kurdên dîasporayê bi imkanên xwe înstîtusyonên xwe ava kirin û perwerdeya makzimanê xwe dane kirin. Van xebatan mixabin bersiva hewcehîya bi giştî ya civata Kurd ya fêrbûn û perwerdeya Kurdî neda. Ev prosesa negatîv berdewam e. Binasek jî helbet civata Kurd bi xwe ye ku biha û giringîyê nade zimanê xwe û beramberî zimanê xwe xemsar e. Çiku heke imkanên fermî yên li Danmarkê gelek fireh jî nebin, asteng jî nînin ku perwerdeya makzimanî nebe, belêm civata Kurd bi giranî zarokên xwe rênakin kursên Kurdî anjî serî li cihên fermî nadin ku bo wan imkan bêne amade kirin.

Vêca hem asîmîlasyona ji faktorên derve û hem jî otoasîmîlasyona ku Kurd bi xwe li xwe dikin bivê nevê prosesa asîmîlasyonê xurt dike û bi lez têxe. Daku rê li ber vê asîmîlasyonê bigirin û fêrbûn û perwerdeya zimanê Kurdî bi rengekî zanistî û sîstematîk organîze bikin, hewcehî bi dezgehekî bilind yê akademîk hebû li Danmarkê. Lewma giring hate dîtin ku ev gave bête avêtin û înstîtuteke ziman û perwerdeya Kurdî bête damezrandin.
Bi vê armancê ”Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê” 29 Sibat 2012, roja çarşembê li Kopenhagê hate damezrandin.

Armanca Înstîtutê ev e:
1. Li ser zimanê Kurdî çêkirina lêkolînên zanistî û akademîk
2. Organîzekirina perwerde û kursên zimanê Kurdî
3. Amadekirina materyalên perwerdeya bi zimanê Kurdî
4. Ji bo perwerdeya Kurdî gihandina mamostayan
5. Ji bo parastina ziman, kultur û îdentîtêta Kurdî li Danmarkê pêkînana xebatên perwerdeyî
6. Ji bo integrasyona Kurdên li Danmarkê digel dem û dezgehên peywendîdar yên Danmarkê çêkirin û bi cih înana plan û projeyên sosyal û kulturî yên bi zimanî ve girêdayî.

Înstîtuta Kurdî – dk, ji ber vê hewcehîya fêrbûn û perwerdeya zimanê Kurdî ya Kurdên Danmarkê pêkhat. Nifşên nû yên Kurd yên li Danmarkê têne dinyayê, di nav civata Danmarkê da mezin dibin, digihin, bi zimanê Danî perwerde dibin, di nav sîstemê îdarî, ekonomîk, sosyal, kulturî û çerxa karê Danmarkê da jîyana xwe didomînin. Ji ber nebûna perwerdeya Kurdî ya sîstematîk, di nav civata Danmarkê da ji alîyê zimanî ve asîmîle dibin. Asîmîlebûna zimanî digel xwe têkçûna kulturî û folklorî tîne ku eve esasen berzebûna orîjîna etnîkî ye. Di vê ekuasyonê da xala sereke û esasî fêrbûn û perwerdeya makzimanî ye. Kurd digel perwerdeya bi Danî mecbûr in ku makzimanê xwe jî ji bîr nekin û herweha pêşbêxin û di perwerdeya xwe da bi kar bînin.

Înstîtuta Kurdî-dk, li Danmarkê ji ber hewcehîya man û nemana îdentîtêta Kurdî ava bûye ku esasê îdentîtêta Kurdbûyînê makzimanê wan Kurdî ye. Wekî hemû komên etnîk yên li Danmarkê, paşeroja koma etnîk ya Kurda ya li Danmarkê jî bi jînde mana nifşên nû yên bi zimanê xwe li ser pêya mayî ve girêdayîye. Lewma, Înstîtuta Kurdî-dk, ji bo Kurdên Danmarkê, bo paşeroja wan dê plan û projeyên fêrbûn û perwerdeya zimanê Kurdî amade bike û di pratîkê da bi cih bîne.

Înstîtuta Kurdî-dk, hem dê daxwaz û pêdivîyên civata Kurd ya li Danmarkê yên di derbareyê ziman û perwerdeya Kurdî da bîne cih, hem jî xizmeta bi giştî ya zimanê Kurdî bike.

Înstîtuta Kurdî-dk, herwisa di warê fêrbûn û pêşvebirina zimanê Kurdî da dê bibe pirek di navbeyna Kurdên li Danmarkê û welatê wan Kurdistanê da, ku bi îdentîtêta xwe li ser pêya bimînin û ji alîyê netewetîyê ve xwe biparêzin.

Înstîtuta Kurdî-dk, ji bo pêkînan û gihiştina armanca xwe, digel civata Kurd ya Danmarkê û înstîtusyonên wan yên sosyal û kulturî dê di nav têkilîyeke xurt, dînamîk û aktîv da be û di warê ziman û perwerdeya Kurdî da hevkarîya wan bike.

Înstîtuta Kurdî-dk, digel unîversîte, semînarîyûm, înstîtu, dibistan û hemû dem û dezgehên Danmarkê yên bi ziman û perwerdeyê ve girêdayî jî dê di nav peywendîyeke germ da be û ji bo realîzekirina plan û projeyên ziman û perwerdeyê jî dê digel wan xebatê bike.

Înstîtuta Ziman û Perwerdeya Kurdî li Danmarkê
[Înstîtuta Kurdî-dk.]
www.instkurdi-dk.com / www.institutakurdi.dk
29 Sibat 2012