Daxuyanîya Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê

Bo bîr û rehîya giştî
Em 21ê Sibata 2012ê, roja makzimanan ya cîhanê ya îsal, dîyarîyî têkoşerên doza KCKê dikin ku dixwazin di dadgehên Tirkîyeyê da parêznameyên xwe bi makzimanê xwe Kurdî bidin.

21ê Sibatê ji teref UNESCOyê ve wekî roja makzimanan ya cîhanê li sala 1999ê hatîye îlan kirin. 21ê Sibatê herwisa ji alîyê UNê ve wekî roja dijî kolonyalîzmê jî hatîye qebûl kirin.

21ê Sibatê bi van herdu naverokan ve ji bo Kurd û Kurdistanîyan gelek manadar e. Kurdistan kolonîyeke navneteweyî ye û ev serê salan e ku Kurd û Kurdistanî dijî kolonyalîzma Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê têkoşînê didin. Li Iraqa nû ya federal, Kurdistanê statuyeke nû ya federal wergirtîye lê hêj jî desthilata Bexdayê nehatîye tesfîye kirin û kolonyalîzmê rengekî nû standîye. Lê statuya kolonyal ya klasîk li Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê dom dike û berxwedana antî kolonyalîst ya Kurd û Kurdistanîyan jî herweha berdewam e û ev têkoşîne heta şkandina nîrê kolonyalîzmê û hilweşandina sîstemê kolonyal li Kurdistanê jî dê dewam bike.
Di nav sîstemê kolonyal da bi taybetî zimanê Kurdî di nav qeyd û bendên dijwar da ye. Zimanê Kurdî xusûsen li Tirkîyeyê di nav aşê asîmîlasyonê da bi metod û teknîkên nû tête hêran. Dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê gelek bi zanabûn rê li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî digire û bi çu rengî firsetê nade ku zimanê Kurdî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî û mekanîzmayên îdarî yên dewletê. Dewleta Tirk hêj jî hêvîya xwe bi asîmîlasyonê ve girêdide ku zimanê Kurdî tinê di nav çarçoveya axivtina rojane da bihêle û di nav çerxa demî da jî jar û lawaz bike. Nemumkunîya vê polîtîka asîmîlasyonîst derketîye meydanê, lê xuya ye dixwazin israr bikin û encameke li goreyî dilê xwe bi dest ve bînin.

Lê belê, Kurd û Kurdistanî beramberî vê polîtîka asîmîlasyonîst di hemû çeperan da têkoşîna xwe bilind dikin. Di roja îro da bi taybetî polîtîker û aktîvîstên doza Kurd û Kurdistanê li dadgehên Tirkîyeyê hemleya parastina polîtîk ya bi Kurdî dayîne dest pê kirin ku eve di warê têkoşîna parastina zimanê Kurdî da jî gaveke gelek giring e. Polîtîkerên Kurd reftara xwe ya bi biryardarî bi israr didomînin ku prosesa dadgehê herweha bikine platforma parastina zimanê Kurdî jî. Lewma Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, bihayekî mezin dide vê berxwedana polîtkerên Kurd ya li hefsên Tirkîyeyê ku dixwazin parêznameyên xwe yên polîtîk û huqûqî bi zimanê Kurdî bidin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, 21ê Sibata 2012ê, roja makzimanan ya cîhanê ya îsal, dîyarîyî têkoşerên doza KCKê dike ku bi biryardarî dixwazin parêznameyên xwe bi zimanê xwe, zimanê Kurdî bidin. Bila 21ê Sibata îsal li wan pîroz be û bila keda wan helal be.
KZPya KNKê bi munasebata 21ê Sibata 2012ê bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan jî dike ku di xebat û têkoşîna parastina zimanê Kurdî da berpirsiyarîyên xwe bi cih bînin û li zimanê xwe Kurdî xwudan derkevin û dawîyê li otoasîmîlasyonê jî bînin. Eve jî bi axivtin, xwandin û nivîsîna Kurdî dibe. Herwisa daku zimanê Kurdî bikeve nav sîstemê fermî li Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê hewildanên xwe bilind bikin.
Kurd herweha li meydanên dîasporayê jî divêt erkên xwe yên beramberî zimanê Kurdî ji bîr nekin û di hemû waran da zimanê xwe bi kar bînin ku bikarin xwe li beramberî asîmîlasyonê ragirin.
Kurd û Kurdistanî, alaya dengî ya xwe, anku zimanê xwe, makzimanê xwe li her derê bilind bikin, bi pêl bidin, hakimî jîyana xwe bikin.
Bi van bîr û hiziran em wekî Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, 21ê Sibatê roja makzimanan ya cîhanê pîroz dikin û di têkoşîna parastina makzimanê xelkê Kurd anku Kurdî da serkevtin û serfirazîyê dixwazin.

ROJAN HAZIM
Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê
21 Sibat 2012ê, Bruksel